Di lîsteya partiyan de namzetên jin ji mêran kêmtir in

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ber bi hilbijartina parlamenterî ya 14ê Gulanê li Tirkiyê ligel berdewamiya amadekariya aliyên siyasî li ser lîsteya namzetên partiyên siyasî jî nîqaş tên kirin. Yek ji nîqaşan li ser kêmbûna hejmara namzetên jin e. Li vî welatî 61 milyon dengdêr hene û ji nivî zêdetir dengdêr jin in lê di parlamentoyê de ku 600 kursî hene, rêjeya parlamenterên jin ji%17 e. Saziyên jinan û mafnas amaje dikin di hilbijartina bê de rêjeya jinan ji ya berê dê kêmtir bibe û ev jî temsiliyeta jinan di parlamentoyê de wê lawaztir bike.

Li Tirkiyeyê ber bi hilbijartina 14ê Gulanê ya parlamentoya li vî welatî ve yek ji mijarên ku li ser lîsteyên namzetê yên parlamenterî tê nîqaşkirin namzetên jin e ku ji hêla sazî û dezgehên jinan ve tê rexnekirin.

Nûnera Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin Fîdan Ataselîm bale dikêşîne ser kêmbûna namzetên jin û li gor wê ev yek dê bibe sedema lawazbûna temsliyeta jinan di parlamentoyê de.

Nûnera Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin, Fîdan Ataselîm ji K24ê re got: “Çawaniya parlamentoyê bo me jinan babeteke heyatî ye. Lê di lîsteya namzedan de wekheviya jin û meran nîn e. Dibêjin jin bi xwe nabin namzed nexêr jin dibin namzed lê serdestiya meran pêşiya jinan digire. Em ê bi têkoşîna jinan vê pergala mêrane têk bibin.”

Li nav partiyên siyasî, herî zêde Partiya Çep a Kesk û Partiya Karkerên Tirkiye li gor partiyên din zêdetir namzetên jin di lîsteyên xwe de cîh dane. Ji zêdeyî 200 namzetên Partiya Çep a Kesk jin in yên Partiya Karkeran a Tirkiyê jî 161 e.

Di lîsteya AK Partiyê de ji 600 namzetan jê 113 jin in, di ya MHP de jî 90 namzetên jin hene.

Di lîsteya CHP de 147, di lîsteya Partiya IYI de 152 namzetên jin cîh digirin.

Dengdêrên li vî welatî li ser mijarê daxwaza wekheviyê dikin.

Li Tirkiyeyê nêzîkî 61 milyon dengdêr hene ji%50,7 ê wan jin in lê di parlamentoyê de ku cîhê 600 parlamenteran heye rêjeya parlamenterên jin ji%17 e. Di hilbijartina bê de yanê 14ê Gulanê ji ber ku hejmara namzetên jin li gor meran kêm e rêjeya temsiliyeta jinan di parlamentoyê de li gor hilbijartina berê dê kêmtir bibe. Ev jî li nav aliyên saziyên jinan wek parlametoyeke bêyî jin tê şîrovekirin.