HDP: Operasyona binçavkirinê dizîna sindoqan û îradeya gel e

Navenda Nûçeyan (K24) – HDP radigihîne, armanca operasyona îro ya li dijî siyasetmedar û parêzer û rojnamgerên kurd, dizîna hilbijartinê ye.

Îro di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de 110 kes hatibûn desteserkirin ku di nava wan de hejmareke mezin siyasetmedarên HDPê, parêzer û rojnameger hebûn.

HDPê di derheqê operaysonê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, armanca operasyonê dizîna viyana dengdêran û sindoqên hilbijartinê ye.

Di daxuyaniyê got: “Desthilata AKP-MHPê ji ber tirs û xofê êrîşî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, dînamîkên civakî û opozîsyonê dike.”

Her wiha got, desthilata AK Partiyê ku ji sala 2015an bi darbeyên siyasî, komkujî, propagandaya reş, rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û hemû êrîşan dixwaze temenê xwe dirêj bike, bi binçavkirinên vê sibehê bo hilbijartinên 14ê Gulanê, pêvajoya darbeyê daye destpêkirin.

HDPê amaje bi wê kir jî, AK Partî nikare bi vê operasyonê dîrokê berûvajî bike.

Her wiha HDPê bang li alîgir û dengdêrên xwe kir ku li dijî vê operasyonê, zêdetir beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.