Şanda AK Partiyê li Diyarbekirê serdana PDK-Bakur kir

Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li Diyarbekirê serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) kir û di serdanê de bi giştî behsa çareseriya pirsa Kurd hat kirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) – Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li Diyarbekirê serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) kir û di serdanê de bi giştî behsa çareseriya pirsa Kurd hat kirin û şandeya AK Partiyê amaje kir ku di serdema nû de jî ewê di warê pirsa Kurd de gavan biavêjin.

Namzedê AK Partî yê Diyarbekirê Galip Ensarioglu li gel Serokê AK Partî yê Diyarbekirê Şerîf Aydin serdana PDK-Bakur kir. Şandeya AK Partiyê ji aliyê Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ve hat pêşwazîkirin.

Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak ji şandeya AK Partiyê re got hêviya wan ew e ku desthilat di warê perwerdehiya zimanê zikmakî de û pênasekirina welatîbûnê de gavan biavêje û her wiha ji Galip Ensarioglu re hat gotin ku helwesta wî ya pêvajoya Referanduma Kurdistanê de cihê şanazî û pîrozkirinê ye.

Galip Ensarioglu jî amaje kir ku di serdema AK Partiyê de di warê pirsa Kurd de gavên gelek girîng hatine avêtin û her gavek wek şoreşekê ye.

Ensarîoglu destnîşan kir ku ji bo xalên makezagonê yên perwerdehiya zimanê zikmakî û welatîbûnê de pêwîstî bi lihevkirinek berfireh heye û dê gavên nû jî werin avêtin.

Namzedê AK Partî yê Diyarbekirê Galip Ensarioglu derbarê daxuyaniyên Kemal Kiliçdaroglu yên ku digot ewê hevdû fihêl bikin an jî helalîliyê ji hev bixwazin, got divê pêşî hesabê bide paşê helaliye bixwaze.