Dengdana li derveyî Tirkiyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Tikiyeyê, li 73 welatan dest pê kir.

Biryar e welatiyên Tirkiyê di 14ê Gulanê de biçin ser sindoqan da ku Serokomar û parlamenterên xwe hilbijêrin. Pêvajoya dengdanê ya dervayî sînorên Tirkiyeyî, îro demjimêr 09:00ê dest pê kir.

Li gor zanyariyan, welatiyên Tirkiyê dê li 73 welatan û 156 nûneretiyên Tirkiyeyê dengê xwe bidin. Li van cihan dê dengdan heta 9ê Gulanê berdewam bibe.

Welatiyên Tirkiyê yên îqameya wan dervayî welêt e dikarin heta 14ê Gulanê li deriyên Gumrikê deng bidin.

Li dervayî Tirkiyê 3 milyon û 416 hezar û 98 dengdêr hene û hejmara kesên ku dê cara yekemîn deng bidin jî 277 hezar û 646 e.