Hilbijartin û daxwazên xortan ji namzedan

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bi nêzîkbûna hilbijartinan xortên kurd û tirk li kolanên Stenbolê daxwazên çi ji namzedan dikin? Hêviya wan heye ku dê ev hilbijartin bibe navenda çareseriyan û kêşeyên perwerdehî û aboriyê bêne çareserkirin?

Ji bo dengdana çarenûsa Tirkiyê gav bi gav roj nêzîk dibin. Hemû hevpeymanî û namzed pêşniyar û projeyên xwe raber dikin. Lê piraniya xortên ku wê yekem car dengê xwe bikarbînin ji Tirkiyê bê hêvîne û rewşa perwerdehiyê û aboriyê wekî metirsiyeke mezin dibînin û ji ber vê yekê jî desthilatê sûcdar dikin.

Xortê Kurd yê 20 salî ku 8 sal in ji Erzûromê hatiye Stenbolê dibêje; di hilijartinê de em Kurd hêviya nasname û başbûna aboriyê dikin.

Ayettûllah Urgun: “Ez dengê xwe didim HDPê. Ji ber AK partiyê hilawesan gelek bilind bû. Ez bizanibim wê desthilat tenê di nava MHP û AK Partiyê de ye, ez ê dengê xwe bidim MHPê lê nadim AK Partiyê.”

Xorteke 19 salî ku yekem car ew ê dengê xwe bikarbîne jî dibêje; herkes dibêje Erdogan rê û pir çêkirine lê rê û pir ji bo xortan neya giring e ya giring azadiya aboriyê û perwerdehiyê ye. 

Ayşenûr Akdag: “Ez ê dengê xwe bidim Kemal Kilçdaroglu ji bo derbarê xortan de gelek pêşniyarên wî hene. Em wekî xort en xwedî aboriyeke serbixwe û azad in. Di her tiştî de dibistanan asê dikin lê dema Kiliçdarglu qezenç bike dibêje; ez ê dibistan asê nekim.”

Welatiyekî Rihayî ku ji bo geştê hatiye Stenbolê jî diyar dike; rewşa welêt li holê ye divê herkes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û wisa dengê xwe bikabîne.

Muslim Eskî: “Di 14ê Gulanê de wê dengdana çarenûsa Tirkiyê biçe serî. Lê em li namzedên hemû partiyên siyasî dinihêrin CHP, AK Partî û HDPê piraniya namzedê wan ne Rihayî ne. Êdî em qebûl nakin ku wezîr û parlamenterên ne ji bajarên me bi bibin namzedên me.”

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de wê 13 milyon xortên nifşê Z dengê xwe bikar bînin ku temenê wan di navbeyna 18-25 salî de ye. Li gorî rapirsînên dawîn ji sedî 80ê xortên nifşê Z wê dengê xwe li derveyî hevmpeymaniya Komarê, bidin partiyên din ên siyasî.