Namzedên CHPê li ber Minareya Çarling Tahir Elçî bi bîr anîn

Şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku li Diyarbekirê kar û xebatên hilbijartinan dimeşînin di 28’ê Nîsanê de, li ber Mînareya Çarling ku Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê li ber hatibû kuştin, Elçî bi bîr anîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku li Diyarbekirê kar û xebatên hilbijartinan dimeşînin di 28’ê Nîsanê de, li ber Mînareya Çarling ku Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê li ber hatibû kuştin, Elçî bi bîr anîn. Piştî qirnefîl hatin danîn, hat ragihandin ku dê kujerên Tahîr Elçî bên diyarkirin û cezakirin.

Şanda CHPê ya ji Seroka bajêrê Stenbolê Canan Kaftancioglu û namzed û rêvebirên CHPê pêkhatî, kar û xebatên xwe yên hibijartinê li Diyarbekirê dimeşînin. Şanda CHPê di 28’ê Nîsanê de, yekem serdana xwe li ciyê ku Tahîr Elçî hatibû kuştin kir û Kaftancioglû daxuayniyekî ragihand.

Canan Kaftancioglu diyar kir: “Ev ciyê ku em lê ne, ji me re êş hiştiye û ciyekî bi nirx e. Dema em li vir bin, beriya ku em behsa çîroka vê derê nekin, nabe ku em behsa tiştên din bikin. Bi mixabinî, li vî welatê xweş ku her kes xwedî rengekî cuda ye, lê her kes jî wekhev û qedirbilind e, rikeberî û rakêşî tên derxistin û kesên doza dadweriyê dikin jî tên ceza û qetilkirin. Li vî ciyê ku em lê ne jî têkoşerekî maf û azadiyan û parêzvanê mafên mirovî Tahîr Elçî hat qetilkirin. Tahîr Elçî û gelek mafparêz, ji aliyê faîlên maşhûr ve hatin kuştin û wek faîlê meçhul hatine hiştin. Lê emê wek wan wê dozê berdewam bikin û tekoşîna dadweriyê bibin serî.”

Namzedê Parlamenterî yê CHPê mafparêz Sezgîn Tanrikûlû jî da zanîn ku ewê tokşîna dadwerî û wekheviyê bilind bikin û kiryarên Tahîr Elçî jî bê ceza nedin hiştin.

Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re diyar kir: “Tahîr Elçî ne tenê ji bo Diyarbekirê, ji bo Tirkiyê û hemû cîhanê parêzvanekî mafên mirovan bû. Aktîvstekî ku li dijî hemû binpêkirinên mafên mirovî derdiket bû. Tam jî li vê derê dîsa li dijî binpêkirinan li nav Sûrên Diyarbekirê; ji ber xwest ku li vê mîrasê, li van nirxan xwedî derkeve hat kuştin. Li ber Mînareya Çarling hat qetil kirin, li ber doza wî ez bejna xwe ditewînim û emê doza maf û azadiyan bidomînin.”

Hêjayî gotinê ye ku hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî jî piştî ku Tahîr Elçî hat kuştin, beşa hiqûqê xwend û xilas kir û Elçî niha yek ji parêzerên doza Tahîr Elçî ye. Turkan Elçî di hibijartinên 14’ê Gulanê yên parlamenterî de jî, ji Stebolê namzeda CHPê ye.

Wek li Tirkiyê bi giştî û li Bakurê Kurdistanê û Diyarbekirê jî xebatên hilbijartinan berdewam dikin. Di van hilbijartinan de, aşitiya civakî pirsa serekî ye ku di rojeva siyaseta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ye. Tahîr Elçî jî wek navgînekî, elçîyekî aşitiyê dihat ditîn ku li vê derê hatibû kuştin. Şanda CHPê jî di nav xebatên xwe yên hilbijartinan de Tahîr Elçî bibîranîn û anîn ziman ku dê nehêlin kuştina Tahîr Elçî wek faîl nedîyar bimîne.