CHP: Emê pirsa kurdî li Parlamantoyê çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) tekez dike, ew ê pirsa kurdî li Parlamantoya Tirkiyê bi rêyên demokratîk çareser bikin.

Cîgirê Serokê CHP Oguz Kaan Salici li bajarê Stenbolê bersiva pirsa rojnamegerên cîhanî da û li ser pirsa kurdî got, ew hebûna pirsa kurdî ya li Tirkiyê qebûl dikin û di wê baweriyê de ne pirsa kurdî dê di nava yekparebûna Tikriyeyê de û li parlamentoyê bi rêyên demaokratîk were çareserkirin.

Oguz Kaan Salici bibîr dixe ku AK-Partî herî dawî hebûna pirsa kurdî red dikir û cûdahiya wan a herî mezin ji AK-Partiyê, qebûlkirin û daxwaza wan a çareserkirina pirsa kurdî ye.

Cîgirê Serokê CHPê her wiha da zanîn, ew di hilbijartinan de li benda dengên zêde ji bajarên Bakurê Kurdistanê dikin.