Serbazên Estonyayê cihê serbazên Holanda yê li Firokexaneya Hewlêrê digrin

Holanda serbazên xwe yên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê vedikişîne, ku zêdetirî du sal in di peywirê de ne û serbazên Estonyayê cihê wan digrin.

Hewlêr (K24) – Holanda serbazên xwe yên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê vedikişîne, ku zêdetirî du sal in di peywirê de ne û serbazên Estonyayê cihê wan digrin.

Wezareta Berevanî ya Holandayê ragihand, serbazên wan ku ji bo parastina Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê hatibûn bicîkirin, di vê hefteyê de erkê xwe bi dawî dikin û vedigerin welatê xwe.

Wezaretê eşkere kiriye, hejmara serbazên wan 125 serbaz in û di Çileya 2021ê de bi mebesta parastina Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibûn bicîkirin, piştî vegera wan jî Eston cihê wan werdigre.

Herwiha behsa wê yekê jî kiriye ku tîmeke şêwirmendî ya Holandî li Hewlêrê dimîne, ku yek ji endamên tîmê, şêwirmendê proseya yekxistina hêzên Pêşmerge ye.

Wezareta Berevanî ya Holandayê destnîşan kiriye ku yekeyên serbazî yên Holandayê ligel hevpeymanên xwe yên Kurd û Amerîkî, firokexane diparast, herwiha erkê parastina şêwirmendiya Hevpeymanan jî ji bo hêzên Pêşmerge li xwe girtibû.

Beriya niha di hevdîtineke taybet de ligel Kurdistan24, Wezîrê Berevanî yê Holandayê eşkere kiribû ku welatê wan girîngiyê dide seqamgîriya Herêma Kurdistanê û tekeziyê li pêşvebirina pêwendiyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê dike.