AK Partî: Ji bo gavên nû pêdivî bi aştî û aramiyê heye

Gelo Tifaqa Cumhur bi ser bikeve bo çareseriya Pirsa Kurd dê gavên nû biavêje, derbarê vê pirsê de aliyên AK Partiyê dibêjin gavên herî girîng di desthilata AK Partiyê de hatine avêtin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Gelo Tifaqa Cumhur bi ser bikeve bo çareseriya Pirsa Kurd dê gavên nû biavêje, derbarê vê pirsê de aliyên AK Partiyê dibêjin gavên herî girîng di desthilata AK Partiyê de hatine avêtin û beşek çavdêran jî dibêjin AK Partî êdî bo kurdan gavên nû navêje.

Ber bi hilbijartinên 14ê Gulanê ve senaryoyên cuda yên encaman tên nîqaşkirin û tê pirsîn gelo Tifaqa Cumhur bi ser bikeve dê ji bo çareseriya Pirsa Kurd gavên nû bavêje.

Derbarê vê mijarê de jî siyasetmedarên AK Partiyê balê dikêşin ku gavên herî girîng bo Kurdan serdema AK Partiyê de hatine avêtin û ji bo avêtina gavên nû jî pêdivî bi cîbicîkirina aştî û aramiyê heye ku divê di herêmê de jî îstîqrar hebe û eger ev yek pêk were dê rê ji bo gavên nû jî were vekirin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mehdî Eker diyar kir: “Gavên hatine avêtin dema AK Partiyê de hatine avêtin. Ji bo ku gavên nû werin avêtin jî di nava dewletê de aştî û aramî hebe û di nava dewletên cîran de jî divê îstîqrar hebe. Wê demê pêkan e ku gavên nû werin avêtin.”

Beşek ji çavdêrên siyasî pêşbînî dikin ku piştî hilbijartinan dê tifaqan de guherîn jî çêbin ku Tifaqa Cumhur de jî ev yek dê pêk were, lê Tifaqa Cumhur dê bêhtir giraniyê bide mijarên olî û çavdêr derbarê pirsa Kurd de jî pêşbiniya gavên nû nakin.

Çavdêrê siyasî Nevzat Bîngol ji K24ê re diyar kir: “Ez pêşbînî dikim ku dê piştî hilbijartinan rêya AK Partî û MHP ji hev biqete û ev yek dê ji ber Hudaparê rû bide, lê ev nayê wê wateyê ku AK Partî dê berê xwe bide Kurdan, wê demê  AK Partî dê bêhtir berê xwe bide mijarên olî û dê politikaya ummetê bimeşîne.”

Şîrovekar dibêjin Tifaqa Cumhur jî bi ser bikeve û Tifaqa Millet jî bi ser bikeve ji bo ku bo Kurdan gavên nû werin avêtin divê qada siyasî de nûnertiyek xurt a Kurdan hebe û heta Kurd xwediyên siyasetek xurt nebin gavên nû jî nayên avêtin.