Aydin Marûf: Pêkhat piştgîriya wê dikin hilbijartina di dema xwe de bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan ragihand, ew wek nûnerê karûbarê pêkhateyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi wê yekê re ne ku hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên kirin.

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf îro di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji aliyên siyasî kir ku şert û mercên pêkhateyan berçav bigirin û pirsgirêkên xwe yên siyasî tevlihev nekin.

Aydin Marûf got jî, ew weke pêkhate hertim piştevaniya wê yekê dikin ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin û bi ti awayî neyê paşxistin.

Tekezî li wê yekê kir jî, hilbijartin giringî û aliyên wê yên niştimanî hene, lewma divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wek pirseke giring li hilbijartinê binêrin û wê ji pirsgirêk û nakokiyên siyasî dûr bixin.

Aydin Marûf eşkere kir, 11 parlementerên Parlementoya Kurdistanê ku nûneratiya pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê dikin, beşdariyeke wan a aktîf di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye, ji ber wê jî ew di wê baweriyê de ne ku pêwîst e aliyên siyasî rewşa xwe li ber çavan bigirin û rê nedin ku mafên wan bên binpêkirin.