Rosy Cave ji K24 re: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê di hevpeyvîneke taybet de ligel K24 de tekezî li ser pêwendiyên dostane yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir û got: “Me karî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çend mijarên weke dîjîtalkirin, çaksazîyên di warê asayiş û darayî de û ya herî girîng jî perwerdeyê kar bikin.

Bi boneya ku Şah Charles III taca Şahê Brîtanyayê wergirt, îro li Hewlêrê merasîmek hat lidarxistin.

Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave ji K24ê re ragihand, pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê germ û dostane ne. Em kêfxweş in ku derfeta karkirina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser proseya dîjîtalîzekirin û çaksaziyê di warên leşkerî, darayî û perwerdeyê de çêbûye.

Rosy Cave da zanîn, Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê dê dawiya îsal li Hewlêrê were vekirin.

Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê got: “Em dixwazin van pêwendiyan berfireh bikin û di derfetên pêşerojê de hevkariyên zêdetir bikin.