Ozgur Ozel: CHP bi serokatiya Kiliçdaroglu dest bi guherîneke mezin kir

Wekîlê Serokê Grûba Parlamentoyê yê Partiya Komarî ya Gel (CHPê) Ozgur Ozel û namzetên wê partiyê yên Diyarbekirê, li ser rewşa dawî ya siyasî û pêvajoya hilbijartinan li avahiya Cemiyeta Rojnamevanan, civîneke çapameniyê li dar xistin.

Diyarbekir (K24) - Wekîlê Serokê Grûba Parlamentoyê yê Partiya Komarî ya Gel (CHPê) Ozgur Ozel û namzetên wê partiyê yên Diyarbekirê, li ser rewşa dawî ya siyasî û pêvajoya hilbijartinan li avahiya Cemiyeta Rojnamevanan, civîneke çapameniyê li dar xistin.

Ozgur Ozel di civînê de da zanîn ku CHP bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu di nav xwe de dest bi guhêrineke mezin kir û niha jî dixwazin Tirkiyê ber bi demokrasî û mafên mirovî û civakî ve biguhêrin. Ozel da zanîn ku ew vê carê çaverê ne ku ji Diyarbekirê parlamenter û parlamenteran derbixin û ev jî ciyê kelecaniyê ye.

Ozel rexne li polîtîqayên desthilatdariyê û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) kir ku Tirkiyê ji pîvanên hiqûqî, mafên mirovî û demokrasiyê dûr xistiye û pê re jî Tirkiye bûye ciyê xizanî û qeyranên civakî, siyasî û aborî.

Cîgirê Serokê Grûba Parlamenterên CHPê Ozgur Ozel bal kişand ku rayedarên AK Partî dibêjin pirsgirêka Kurdan nemaye û me çareser kiriye, lê em wisa li pirsgirêk û çareseriyan nanihêrin û ger ku welatî bibêjin pirsgirêkên me hene, divê ji bo wan pirsgirêkan çareserî bên peydakirin û emê jî li gor daxwazên welatiyan li çareseriyan bigerin.

Ozel di berdewamiya axaftina xwe da da zanîn ku ew li dijî mafên zimanê zikmakî nîn in û piştî hilbijartinan jî dê dest bi ‘hevhelaliyê’ bikin ku Kemal Kiliçdaroglu bi bûyera Robozikiyê wê meramê bilêv kiribû.

Ozgur Ozel ragihand ku dê ji bo ji holê rakirina xizaniyê û geşepêdana civakî projeyên civakî bikin meriyetê û ew piştgiriyên ku niha ji bo malbatên xizan tên dayîn jî berdewam û zêde bikin û kêmtirîn bigihînin asta kêmtirîn mûçeyê.

Namzetê rêza Yekem yê CHPê û Tifaqa Milet Sezgîn Tanrikûlû jî, anî ziman ku wî nasnameya xwe ya mafparêzî û siyasî li Diyarbekirê teşe daye û kêfxweş û kelecane ku dê nûnertiya Diyarbekirê bike û ji bo çareseriyan bibe nûner.