Iraq: 10 kes ji ber taya xwînberbûnê canê xwe jidest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 10 kesan bi taya xwînberbûnê canê xwe jidest dane

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, îsal 67 kes bi nexweşiya taya xwînberbûnê ketine û ji wan 10 kesan canê xwe jidest dane.

Li gorî parêzgehên Iraqê, hejmara tûşbûn û mirina bi taya xwînberbûnê Zîqar di rêza yekem de ye û piştî wê jî Besra, Musenna û Necef tên.

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegertin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û % 40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Ji bo dermankirina vê nexweşiyê, divê testên xwînê bêne kirin û nexweş ji nexweşên din were veqetandin, ji ber ku dibe ku nexweşî bi riya pelandin, xwîn û pîsatiyê derbasî kesên din bibe.