MSD pêşwazî li vegera Sûriyê bo Komkara Erebî dike û rexne li opozîsyonê digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar pêşwazî li biryara Komkara Erebî ya vegerandina Sûriyê dike û dibêje, vegera Sûriyê bo Komkara Erebî, giring e ji bo çareserkirina kirîzê, ne ji bo nîşandina serkeftina rêjîmê.
Encûmena Komkara Erebî di civînekê de li ser asta wezîrên derve ragihand, ji 7ê Gulana 2023an ve şandên Sûriyê dikarin beşdarî civînên komkarê û hemû rêxistin û dezgehên girêdayî wê bibin.
Di vê derbarê de Hevserokê MSDê di hevpeyvînekê de ligel K24ê de ragihand, vegera Sûriyê bo Komkara Erebî, giring e ji bo çareserkirina kirîzê, ne ji bo nîşandina serkeftina rêjîmê.
Dirar tekezî li ser wê yekê kir ku rola Ereban “divê ji bo beşdarbûna hemû Sûriyan di çareseriya siyasî de li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî be.”
Destnîşan kir jî, welatên Erebî dikarin destêwerdanê bikin “bi dîtina çareseriyên rast ji kirîza Sûriyê re, bi beşdariya hemû gelê Sûriyê.”
Her wiha Dirar got: “Welatên Erebî dixwazin nêzîkbûnek bi rejîmê re were kirin, da ku ew bi îradeya Îranê ve girêdayî nemîne.”
Derbarê çarenivîsa Rêveberiya Xweser de, Dirar got: “Em li ser Rêveberiya Xweser natirsin, lê em li roleke rasteqîn digerin, da ku wê pêş bixin û bi hêz bikin, da ku piştre bibe modelek ji bo tevahiya Sûriyê.”
Derbarê rewşa hêrs û dilgiraniya opozîsyona Sûriyê li ser biryara vegerandina Şamê bo Komkara Erebî, Dirar da zanîn ku ev biryar "ne pirsa xedir û îxanet û xiyanetê ye, ji ber ku pirsgirêk di nav Sûriyan bi xwe de ye, ji ber ku opozisyoneke rasteqîn ku bikaribe maf û siyasetên xwe ji civaka navdewletî re ragihîne nîne. Opozîsyona Sûriyê perçe perçe ye û tenê li berjewendiyên xwe digere.”