Namzedê YSPê yê Enqerê: Ji bo Kurdan kêşeya mezin pirsa Kurd e

Ji bo Hilbijartinên 14ê Gulanê bi sedhezaran dengderên Kurdên Anatolya Navîn dê berê xwe bidin ser sindoqan. Ji bo ku piştevaniya wan dengderên Kurd bê wergirtin partiya deshilatdar Ak partî û Partiya Çep a Kesk (YSP) di nava rikeberiyê de ne.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Ji bo Hilbijartinên 14ê Gulanê bi sedhezaran dengderên Kurdên Anatolya Navîn dê berê xwe bidin ser sindoqan. Ji bo ku piştevaniya wan dengderên Kurd bê wergirtin partiya deshilatdar Ak partî û Partiya Çep a Kesk (YSP) di nava rikeberiyê de ne. Namzedên her du aliyan jî bi bawer in ku dê di parlementoyê de nûnertiya Kurdên Anatolya Navîn bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kuridstanê 60 milyon dengder 14ê Gulanê roja yekşemê dê berê xwe bdin ser sindoqan. Partî û tifaqên siyasî jî amadekarî û mitîngên xwe yên dawî dikin. Li gel vê yekê wek Bakurê Kurdistanê li Anatolya Navîn jî partiyên siyasî li pey dengên Kurdan e. Taybetî partiya deshilatdar AK partî û Partiya Çep a Kesk namzedên Kurdên Anatolya Navîn derxistine pêş.

Namzedê partiya deshilatdar AK Partî Latîf Selvî ku bi xwe Kurdê Navçeya Merama ser bi bajarê Konyayê ye balê dikşîne ser zêdebûna dengderên Kurd û kêşeyên wan yên heyî.

Namzedê Ak Partî yê Anatolya Navîn Latîf Selvî diyar dike: “Li bajar û navçeyên Konyayê gelheyeke zêde ya Kurdan heye. Ji aliyê Kurdan ve eleqeyeke zêde heye bo partiya me. Di serî de perwerdehî û aborî, di xwe gihandina xizmetgûzariyan de daxwaz û xwastekên welatiyên me yên Kurd hene ji me. Em ê jî van daxwazan bin banê parlamentoyê de çareser bikin.”

Beramberî vê yekê namzedê Partiya Çep a Kesk (YSP) Alî Ozkan ku ew jî Kurdê Haymana ye bi îdîaye ku ew ê yekem car li parlementoyê nûnertiya Kurdên Anatolya Navîn bikin.

Namzedê Partiya Çep a Kesk yê Anatolya Navîn Alî Ozkan ji K24ê re diyar kir: “Helbet aborî kêşeyeke sereke ye. Lê belê ji bo Kurdan kêşeya mezin pirsa Kurd e. Welatiyên me yên Anatolya Navîn dixwazin pêşî pirsa Kurd bê çareserkirin. Kurd aşitiyê dixwazin, perwerdehiya zikmakî, statu dixwazin. Kurd dixwazin çand û kelepora xwe wek herkesê azad bijîn. Înşalleh em ê yekem car di parlementoyê de cîh bigrin û van daxwazan bicîh bînin.”

Serjimara Kurdên Anatolya Navîn ku zêdetir li bajarên Konya, Enqere, Kirşehîr û Aksarayê bi cîh bûne li gorî lêkolînên nefermî 2 milyonan zêdetir e.

Partiya desthilatdar AK Partî li Konyayê, Partiya Çep a Kesk (YSP) jî li Enqerê bi bawer in ku dê bi dengên Kurdên Anatolya Navîn parlamenter rêkin parlamentoyê û kêşeyên wan çareser bikin.