Seroka Şaredariya Parîsê bo K24: Pêwendiya me ligel Hewlêrê gelek bihêz e

Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo di serdana xwe ya Hewlêrê de ragihand: “Gelek karên me hene ku em bi hev re bikin, bi taybetî di warê guherîna keş û hewayê de.”

Hewlêr (K24) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ragihand: “Em ligel Hewlêrê kar dikin û pêwendiyên me gelek bihêz in.”

Îro Çarşemê 10ê Gulana 2023an, Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo di serdana xwe ya Hewlêrê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Gelek karên me hene ku em bi hev re bikin, bi taybetî di warê guherîna keş û hewayê de.”

Anne Hidalgo destnîşan kir: “Guherîna keş û hewayê mijareke gelek girîng e, herwiha kêşeyeke pir mezin e ji bo mirovahiyê.”

Hidalgo diyar kir, derbarê mijara kêmbûna avê, pîsbûna keş û hewayê de, ligel Herêma Kurdistanê bi hevahengiyê gotûbêj dikin.

Biryar e sibe Pêncşemê 11ê Gulana 2023an, Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî li navçeya Barzan were vekirin, ji bo vê mebestê jî, çendîn mêvan li ser asta navxwe, Iraq û derve, beşdarî merasîma vekirina muzexaneyê dibin.