HDP û Partîya Çep ya Kesk: Di gera duyem de derfeta serketinê heye

Sindoqa Hilbijartinê
Sindoqa Hilbijartinê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk bi daxuyanîyeke hevbeş encamên hilbijartinên 14ê Gulanê nirxandin û ser gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê peyam dan.

Di daxuyanîya hevbeş de ji hemwelatîyên Tirkîyê hat xwestin bê hêvî û reşbîn nebin û bala xwe bidin ser xebatên rojên pêş.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: ‘’Bê ku em bêhêvî bimînin û reşbîn bibin, em dikarin di 11 rojên pêş de dawî li vê xewna reş û xerabîyê bînin. Fersend di destê me de ye ku em di gera duyê ya hilbijartinan de dawîyeke pir baş bîbînin û dest bi qonaxeke nû bikin’’

Her du partîyan di daxuyanîya hevbeş de got ku her çiqas ew di parlamana Tirkîyê de bi hejmara temsîlê ketine rêza 3’yan jî ew negihiştine armancên xwe û hejmara kursîyên wan dixwestî bi dest nexistine.

Li gor daxuyanîya wan partîyan, di encama hilbijaritnên 14ê Gulanê de, hevpeymanîyeke wisa ya desthilatê çêbûye ku dijî jinan, kedkaran û Kurdan disekine.

HDP û Partîya Çep ya Kesk di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî dan berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel Kemal Kiliçdaroglu.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinan di 28ê Gulanê de here ser sindoqan.