Çavdêrên siyasî sedema daketina rêjeya dengên HDPê bo çi vedigerînin?

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – HDP ji ber xetereya girtinê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî hilbijartina parlamenterî bû û armanca wan ew bû ku herî kêm 100 parlamenter derxin. Lê di vê hilbijartinê de rêjeya dengê ew wergirtin ji%8,8 bû û 62 parlamenter hat derxistin. Di hilbijartina 2018an de rêjeya dengê HDP ji%11,7 bû. HDP ev yek wek neserkeftî dibîne û bi nêrîna çavdêrên siyasî tifaqa ligel Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP) ku ji lîsteyeke cuda beşdar bû bi HDP da wendakirin.

Piştî encamdayîna hilbijartinên bo Parlamenterî û Serokkomarî li Tirkiyeyê rêjeya daketina dengên hin partiyên siyasî û sedema wê yek ji mijareke sereke ye ku tê nîqaşkirin.

HDP ku ji ber egera girtinê di hevpeymaniya Ked û Azadî de ligel partiyên çep û sosyalîst bi navê Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinê bû û rêjeya dengên wê li gor encamên neteqez ji%8,8 e û hejmara parlamenterên wê 62 bû. Lê di hilbijartina 2018an de rêjeya dengê HDP ji%11,7 bû.

Ufuk Uras akademîsyen û siyasetzan amaje kir Partiya Karkeran a Tirkiye (TÎP) ku di ligel YSP di heman tifaqê de bû lê bi lîsteyeke cuda beşdarî hilbijartinan bû ev yek jî bû sedema daketina rêjeya dengan.

Akademîsyen Siyasetmedar Ufuk Uras got: “Ji ber lîsteya cuda ya TÎPê dengên dengdêrên Kurd û çepgir belavela bûn lê eger di lîsteyeke hevbeş de beşdar bûbûyana ev deng hemû di partiyekê de dihat tomarkirin. Lê ji ber berjewendiyên komeke TÎPê li hin bajaran YSP yan qed yan jî kêmtir parlamenter derxist. Ev helwesta TÎPê bi Kurdan da wendakirin.”

HDP encama hilbijartinê ji bo aliyê xwe wek neserkeftî dibîne. Tê amajekirin ji ber helwesta TÎPê li aliyê HDP nerazîbûneke ciddî heye.

Endamê Lijneya Şêwirmendê ya HDPê Erdogan Aydin: “Bêguman beşdarbûna bi lîsteyeke cuda ya TÎPê zirar da hevpeymaniya Ked û Azadî û dengên HDP li Rojavayê Tirkiyê û li bajarên Kurdan li gor hilbijartina 2018an zêdeyî 1 milyon daket. Divê TÎP vê xeletiya xwe bibîne û eşkere bêje ku me ev xeletî kir. Eger TÎP di vê siyaseta xwe de israr bike pêwendiya wê ligel HDP bi temamî têk diçe.

Armanca HDPê di hilbijartinê de ew bû ku rêjeya dengê xwe herî kêm bike ji %15 û 100 parlamenter derxe, lê encama hilbijartinê da nîşan HDP negihişt armanca xwe. Tifaqên xelet ên siyasî wek sedemeke sereke ya vê encamê tê destnîşankirin. Piştî vê encamê tê çaverêkirin HDP nexşerêyeke nû ya siyasî ava bike.