Îbrahîm Guçlu: YSPê dengê Kurdan guhdarî nekir

Mafnas û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu diyar kir, Partiya Çep a Kesk (YSP) derbarê hilbijartinan û diyarkirina namzedên xwe de dengê Kurdan guhdarî nekir.

Hewlêr (K24) – Mafnas û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu diyar kir, Partiya Çep a Kesk (YSP) derbarê hilbijartinan û diyarkirina namzedên xwe de dengê Kurdan guhdarî nekir.

Îbrahîm Guçlu beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser sedemên kêmbûna dengên Partiya Çep a Kesk axivî.

Guçlu diyar dike ku şaşiya mezin a Partiya Çep a Kesk ew e ku ti car nabêje ew partiyeke Kurdan e û dibêje ew partiya gelan e û got: “Partiya Çep a Kesk ti caran dengê Kurdan guhdarî nake, dengê rewşenbîrên Kurd guhdarî nake, dema ku navê partiyê guhertin û bi Partiya Çep a Kesk ketin hilbijartinê, ji Kurdan tiştek nepirsîne.”

Îbrahîm Guçlu dibêje, Partiya Çep a Kesk (YSP) ji bo diyarkirina namzedên xwe ji Kurdan tiştek napirse û got: “Li Diyarbekirê namzedên Partiya Çep a Kesk piraniya wan biyanî ne, beşeke wan a mezin li Kurdistanê cihên ku dikarin namzed derxînin, Tirk in.”

Mafnas û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu dibêje, bernameya Partiya Çep a Kesk (YSP) tune ye û bê bername ye, ji bo berjewendiya Kurdan bernameyek tesbît nekiriye.