Nevzat Bîngol: YSPê namzedên ne bi dilê Kurdan nîşan dan

Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê aliyek çavdêran di wê baweriyê de ne ku ji ber polîtikaya şaş a Partiya Çep a Kesk (YSP) taybetmendiya Kurdan a ku encamên hilbijartinan diyar dikir ji dest wan derket.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê aliyek çavdêran di wê baweriyê de ne ku ji ber polîtikaya şaş a Partiya Çep a Kesk (YSP) taybetmendiya Kurdan a ku encamên hilbijartinan diyar dikir ji dest wan derket, aliyek jî dibêjin li gel zext û zorên dewletê û binçavkirinan dîsa jî Partiya Çep a Kesk kariye îradeya xwe nîşan bide.

Hilbijartinên 14ê Gulanê gelek karvedan bi xwe re anîn û Tifaqa Cumhur piraniya dengan bi dest xist û di hilbijartina serokomariyê de jî dengê herî zêde namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan bi dest xist lê hilbijartin ma gera duyem û Partiya Çepa Kesk a piraniya dengên xwe ji Kurdan stand jî piştgiriya namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû kir û Kiliçdaroglû bi ser neket.

Ji ber vê yekê jî beşek çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku helwesta Partiya Çep a Kesk taybetmendiya Kurdan a ku encam diyar dikirin ji dest wan derxistiye û ji ber ku namzedê xwe diyar nekiriye jî girîngiya Kurdan di qada siyasî de kêm kiriye.

Çavdêrê Siyasî Nevzat Bîngol ji K24ê re ragihand: “Têkçûyiyên vê hilbijartinê Kurd in. Partiya Çep a Kesk namzedên ne bi dilê civakê ne nîşan dan, gotin em kîjan namzedî nîşan bidin ji xwe wê xelk dengê xwe bidin wî namzedî. Ev nêrîn şaş e. Heta niha dengên Kurdan encamên hilbijartinê diyar dikirin, niha dê dengên Sînan Ogan encaman diyar bike. Ji destê Kurdan derket, ket deste nijadperestan.”

Nivîskar û şîrovekar jî derbarê encamên hilbijartinan de balê dikêşin ku li aliyekî di hejmartina dengan de gelek dengên Partiya Çep a Kesk bo partiyên din hatin nivîsîn û li aliyekê jî stratejiya Partiya Çep a Kesk xelet bû ku bo Kurdan encamek neyînî derket holê.

Nivîskar û şîrovekar Mîhdî Perînçek ji K24ê re ragihand: “Di stratejiyê de xeletî hebûn, di diyarkirina namzedan de xeletî hebûn. Deng jî hatin dizîn. Gelek ciwanên ku cara yekem e deng bi kar tînin hebûn nekarîn dengên wan jî bistînin. Pêwîst bû ku pêşî yekîtiya Kurdan ava bikirana. Di gelek bajarên Kurdistanê de li gorî hilbijartina borî dengên wan kêm bûn. Pêdivî bi stratejiyeke nû heye.”

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger Partiya Çep a Kesk enerjiya bo bidestxistina dengên çepên Tirk xerckirî bo bidestxistina tevahiya dengên Kurdan xerc bikira wê ji bo Kurdan encamek baştir derbiketa holê.