Aktar: Divê Kurd ji bo welatê xwe siyaseteke nû bimeşînin

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Bakurê Kurdistanê diyar dikin, ji ber siyaseta xelet û bêsiyasetmana Kurdan, rola dengên Kurdan di van hilbijartinan de hate têkdan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Bakurê Kurdistanê diyar dikin, ji ber siyaseta xelet û bêsiyasetmana Kurdan, rola dengên Kurdan di van hilbijartinan de hate têkdan.

Piştî ku bi Referanduma 2017an pergala Tirkiyê hat guhertin, Serokomarê Tirkiyê êdî divê ji %50+1 bistîne. Lê di 14 Gulanê de tu namzedekî nekarî ku ewqas deng bistîne û hilbijartina Serokomariyê jî ma gera duyem. Herdû namzedên ku herî zêde deng sitandibûn Recep Tayîp Erdogan %49.52, Kemal Kiliçdaroglû %44.88 dê di gera duyem de ji hewl bidin ku bibin Serokomarê nû.

Namzedê rêza 9emîn yê Partiya Çep a Kesk (YSP) yê Diyarbekirê û hiqûqnasê Kurd Mehmet Emîn Aktar da zanîn ku encaman, peyamên girîn daye ku divê Kurd ji bo gel û welatê xwe siyaseteke nû bimeşînin.

Hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re diyar kir: “Gel dibêje ku em ji siyaseta we nerazî ne. Diyarde jî hem beşdariya hilbijartinê kêm e, hem jî rêjeya dengên me kêm bûye. Em her tim dibêjin ku bila nebêjin Kurd bûne sedem. Lê bila bibêjin zilê li me dibe, tengasî li me tên kirin, em tên girtinê, em tên kuştinê, şaredariyên me qeyûman diavêjinê kes dengên xwe nake. Ma em ji wan re dibêjin : ka çima hûn dengên xwe nakin. Em bibêjin jî li xwe nagirin. Ka ew dibêjin, ya em li hember Kurdan şermezar in, ew qas zilm û zordarî li wan çêdibe em dengên xwe nakin. Kes nabêje. Wê demê divê em jî li gor berjewendiyên gelê xwe tevbigerin. Heger ku em li gor berjewedniyên gelê xwe tevnegerin, emê bi tamamî winda bikin.”

Çavdêrê Siyasî yê Kurd Tahsîn Sever jî da zanîn ku siyaseta ku zêdetir dengder û gelê Kurd piştgiriya wê dike, dixwaze şer û demokrasiyê bi hev re bimeşîne ku ev jî nakok in. Sever balê dikşîne ku di hilbijartinên parlamenterî û serokomarî de, dengên Kurdan wek kilîd dihat dîtin, lê ew misyon jî niha jidest hatiye dayîn.

Tahsîn Sever ji K24ê re diyar kir: “Tezeke wan hebû digotin ku di hilbijartinên parlamenteriyê de jî, di hilbijartinên serokomariyê de jî Kurd kilîd in. Yanî kî bi Kurdan re têkilî daniya dê kar bikira. Lê neticeya heyî nîşan daye ku ne wisa ye. Temam mirov fêm dike û em dizanin ku siyaseta Tirkiyê li ser nijadpersetiyê tê meşandin. Her kes li ser wê di hevrikiyê de ye. Yek dibêje ez neteweperest im, yê din dibêje ez neteweperesttir im. Ev tişt jî meseleya îro nîne. Lê esas pirsgirêk di siyaseta Kurdî de ye.” 

Bi encamên 14ê Gulanê parlamentoya Tirkiyê teşeya xwe ya nû diyar kir. Lê Serokomariya Tirkiyê ma gera duyemîn. Kiliçdaroglû û Erdogan dê çi bikin me ji çavdêrên siyasî pirsî. Ew jî dibêjin ji ber ku Kurdan siyaseteke bi xwe dananîne û bi siyaseteke Kurdistanî tevnegeriyan, niha dê herdû namzed li ser kî bêtir Tirkpersetî dike ango nijadperestiya Tirk dike bangeşiya xwe bimeşînin.