Operasyona li dijî HDPê: Li 5 bajaran 24 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama operaysonekê li dijî HDPyê de, li pênç bajaran 24 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, li pênç bajaran operasyon li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate kirin.

Navenda operasyonê Mêrsîn bû û li bajarên din ên wekî Edene, Antalya, Enqere û Îzmîrê bi rê ve çû û hêzên ewlehiyê danê berbangê avêtin ser malan.

Di encama operasyonê de 24 kes hatin binçavkirin ku piraniya wan endam û rêveberên HDPê ne.

Duh jî li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, li dijî HDPê operasyon hatibû kirin û 19 kes hatibûn desteserkirin.