Partiyên siyasî û saziyên sivîl ji bo gera duyem banga beşdariyê dikin

Partiyên siyasî û saziyên sivîl bang û daxwaz dikin ku welatî bi girseyî biçin ser sindoqan û beşdariya hilbijartinan bikin, lêkolîner û çavdêrên siyasî jî tînin ziman ku di hevsengiyên heyî de motîvasyona dengderên Kurd kêm e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiyên siyasî û saziyên sivîl bang û daxwaz dikin ku welatî bi girseyî biçin ser sindoqan û beşdariya hilbijartinan bikin, lêkolîner û çavdêrên siyasî jî tînin ziman ku di hevsengiyên heyî de motîvasyona dengderên Kurd kêm e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji aliyêkî ve peyamên ku ji encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê derketine tên nirxandin, ji aliyê din ve jî, saziyên sivîl û partiyên siyasî bangewazî dikin ku welatî ji bo gera duyem a Serokomariyê bi girseyî biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Dîrektorê Navenda Lêkolînên Kurd (Kurdish Studies Center) Reha Ruhavîoglu jî balê dikşîne ku motîvasyona dengderên Kurd a ji bo beşdariya hilbijartinan kêm e û di encaman de jî; ev rastî diyar bûye. Bal tê kişandin ku di 14’ê Gulanê de, li Tirkiyê beşdariya hilbijartinan %87 e, lê ew hejmar li bajarên Bakur daketiye %78-80an û bi heman awayî dengên HDP-YSPê jî kêm bûne.

Reha Ruhavîoglu ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku 3 namzed hebûn û yekî ku nijadperest e û ji wan ji %5.17 deng wergirtiye. Herdû alî jî dixwazin pişgirên wî nêzîkî xwe bikin. Loma jî nijadperestî di gera duyem de piçek zêdetir bûye. Ev jî xetere ye hem li ser mafên mirovan hem jî li dijî Kurdan. Yeka din jî ji her kesî re peyam hene, lê ji bo Kurdan dersên îbret hene. Çima? Dema partiya ku wek siyaseta Kurd tê dîtin namzedê xwe dernexist û Kiliçdaroglû jî bi ser neket; ew jî tê wateya ku Kurdan rola xwe ya aktorbûnê ji dest da.”

Partiyên siyasî û saziyên sivîl jî, radigihînin ku dengderên Kurd, her tim dikarin encaman biguherînin û divê biçin û dengên xwe bidin da ku îradeya xwe demokratîk diyar bikin.

Sekreterê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Suat Ozdemîr ji K24ê re diyar kir: “Her kes dibêje ku emê piştî hibijartinan hin tiştan bikin, lê niha gaveke diyar tune ye. Lê ji bo gavên xurt bên avêtin divê di Destûra Bingehîn de, mafên zimanê Kurdî di serî de hemû maf bên naskirin. Lê îro ewa kirine? Her behsa Kurdan dikin û li dijî Kurdan siyasetekî dimeşînin. Em jî dibêjin bila herkes biçe ser sindoqan û didin kê bila bidin, lê bila dengên xwe bidin da ku sibê roj nebêjin me çima wiha nekir.”

Li gor çavdêrên siyasî li Tirkiyê encamên ku di 14’ê Gulanê de derketine holê li ser gera duyem a Serokomarî û bangeşiya wê hilbijartinê jî bibandor e. Heta van hilbijartinan, rola dengên Kurdan wek diyarde û bandoreke serekî dihat dîtin, lê vê carê ji ber ew rol ji dest hatiye dayîn, motîvasyona dengderên Kurd jî kêm bûye.