Li Diyarbekir Konferansa Ciwankariyê hat lidarxistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê Kompaniyek Dermanên ciwankariyê ve konferansek bo rast bikaranîna dermanên ciwankariyê hat li darxistin ku di civînê de bal hate kêşan ku dermanên ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve nehatibin pesendkirin bila neyên bikaranîn.

Li Diyarbekirê di salên dawîn de hem navendên ciwankariyê zêde dibin û hem jî eşeqeyeke zêde bo navendan heye. Li ser vê yekê jî ji bo ku navendên ciwankariyê û dermanên ciwankariyê rast werin bikaranîn kompaniyek a dermanên ciwankariyê konferansek derbarê dermanên ciwankariyê de li dar xist. Di konferansê de rasterast derman li ser laşe xwebexşan hatin bikaranîn û rastbikaranîna wê bo beşdaran hat nîşan dan. Xwediyê kompaniya dermanan bal kêşand ku ew dixwaze li herêmê navendên ciwankariyê bi awayeke profesyonel kar bikin.

Xwediyê Kompaniya Dermanan Ramazan Bilim ji K24ê re got: “Ez bi xwe jî kimyager im. Fabrîqeya me ya dermanan heye. Dema em dermanan çêdikin em rêbazên zanistîn bi kar tînin. Ji ber wê em bang dikin ku divê xelk berê xwe nedin her devera ku dibêjin em navenda ciwankariyê ne. Emê li Mêrdîn û Batmanê jî vê xebatê bikin. Da ku civakê di vê mijarê de agahdar bikin.”

Di konferansa ciwankariyê ya Diyarbekir de ji 500î zêdetir kes beşdar bûn û amadekarên konferansê dan zanîn ku ew dixwazin di warê bikaranîna dermanên ciwankariyê de hişmendiyê bilind bikin da ku rê li ber nexweşînên girêdayî dermanên netomarkirî derdikevin holê bigirin.

Pispora Ciwankariyê Sultan Bekar dibêje: “Me piştî çavdêriyên xwe biryar da ku vê konferansê li dar bixin. Gelek kes dermanên xelet bş kar tînin, beşek jî dermanên rast dibînin lê vê carê jî dermanan xelet bi kar tînin. Ji ber wê em vê xebatê dikin. Dema xelet were bikaranîn dibe ku nexweşînên mayîn de jî derbikevin holê.”

Li gorî daneyên Jura Pîşesazî û bazirganiya Diyarbekir, li Diyarbekir 250 navendên ciwankariyê yên bidestur hene ku bi yên qaçax re ev yek ji 500î jî zêdetir û pispor balê dikêşin dema ev kar ji aliyê pisporan ve newe kirin rê li ber nexweşînan vedike.”