Tifaqa Milet li Diyarbekirê banga beşdariya gera duyem a hilbijartinan kir

Ji hilbijartinên gera duyem a Serokomariya Tirkiyê re 3 roj man e. Partiyên opozisyonê û desthilatdariyê jî, ji bo dengderên xwe bi zêdetir bibin proseya dengdanê, xebatên xwe yên meydanî didomînin û bangewaziyan dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji hilbijartinên gera duyem a Serokomariya Tirkiyê re 3 roj man e. Partiyên opozisyonê û desthilatdariyê jî, ji bo dengderên xwe bi zêdetir bibin proseya dengdanê, xebatên xwe yên meydanî didomînin û bangewaziyan dikin.

Şanda ji parlamenterên Partiya Komarî ya Gel (CHP) û endam û rêvebirên partiyên Tifaqa Milet ên Diyarebkirê pêkhatî, li Diyarbekirê serdana saziyên sivîl û jûren pişeyî kirin û bi daxuyaniyekî bang û daxwaz ji welatiyên bajarên Bakur kirin ku bi beşdariyeke girseyî beşdarî di hilbijartinan de bikin.

Parlamenterên CHPê yên Diyarbekir, Enqere û Stenbolê, ragihandin ku partiyên opozisyonê, li hember hemû derfetên dewletê ku ji bo desthilatdariyê tên bikaranîn hewla vegerîna demokrasiyê didin û ji bo guhartina rewşê jî ji welatiyan piştgiriyê dixwazin.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu diyar kir: “Ciyê şanazî û kêfxweşiyê ye ku ez wek parlamenterekî Diyarbekirê hatime hilbijartin. Îro jî dixwazim ji vir bang, daxwaz û lava ji welatiyên me yên ku ji bajarên heremê çûyîna ciyên din dikim;  bila bên û dengên xwe bidin da ku em bihevre vê rewşê biguherînin. Bi rastî derfetê me yê ku em wan hemûyan ji bo ciyên dengdayînê veguhêzin tune ye. Lê ez dixwazim, çawa ku dema taziyekî çê dibe, her welatî bi derfetên xwe diçin sersaxiyê, vê carê jî, ji bo dengdayînê û paşeroja gel û welatê xwe bên û dengên xwe bidin.”

Şanda Tifaqa Milet serdana saziyên sivîl jî dike ku em piştgiriyê ji wan bixwazin, hem jî ewlehiya sindoqan baştir bikin.

Rêvebirên Baroya Dyarbekirê jî, ragihandin ku wan têbiniyên xwe yên ji bo ewlehiya dengan û sindoqan bi şandê re parvekirine.

Endamê Lijneta Rêveber ê Baroya Diyarbekirê Aydin Ozdemîr ji K24ê re diyar kir: “Me di hilbijartinên 14ê Gulanê de jî bi 250 û zêdetir parêzeran ji bo ewlehiya dengan peywirdar kiribûn û hevkarên me ji bo ku hilbijartin li gor mercên demokratîk birêve biçe kar kirin. Îro jî CHP û partiyên din yên ji Tifaqa Milet hatin serdana me. Di gera duyemîn de, çawa dikarin bergiriyên baştir bistînin, bi me şêwirîn. Me jî agahiyên berdestên xwe parve kirin û kêmasiyên ku çêbûne bo wan got ku bi taybetî ciyên ku çavdêrên partiyên siyasî  lê tunebûne zêdetir pirsgirêk derketine, me bi wan re parve kir.”

Ji gera duyem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê re 3 roj man. Partî û rêxistinên ku piştigiriya herdû namzedan Recep Tayîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglû dikin jî, ji bo ku dengderan ji bo dengdayînê qani' bikin hewlan didin da ku namzedê wan bibe serokomarê nû.