HDP bang li dengderan dike ku beşdarî hilbijartinan bibin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bang li dengderên xwe kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û derbarê lihevkirina Kemal Kiliçdaroglu û Umît Ozdag de jî hat amajekirin ku ti wateyek û giraniyeke Umît Ozdag tune ye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bang li dengderên xwe kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û derbarê lihevkirina Kemal Kiliçdaroglu û Umît Ozdag de jî hat amajekirin ku ti wateyek û giraniyeke Umît Ozdag tune ye.

Partiya Çep a Kesk (YSP) bo gera duyem jî piştgiriya xwe bo Kemal Kiliçdaroglu ragihand û Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî li Diyarbekir bi civînek çapemeniyê banga dengderên xwe kir ku herin ser sendoqan.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan amaje kir ji bo ku Tirkiye bênefes nemîne ew dengê xwe didin pêşeroja Tirkiyeyê û Ahmed Turk jî banga beşdariyê kir û anî zimên ku  dema Kemal Kiliçdaroglu were hilbijartin  dê ji nişka ve pirsgirêk çareser nebin, lê wê desthilata zordar bi dawî bibe. Parlementerên Partiya Çep a Kesk (YSP) jî gotin ku divê dengder zêde li ser gotinên Umît Ozdag nesekinin.

Parlamenterê YSPê yê Diyarbekir Mehmet Kamaç ji K24ê re diyar kir: “Tê xwestin ku bi manîpulasyonan Kurdan ji sendoqan dûr bixin û Kurd îradeya xwe nîşan nedin. Çi giraniyek û giringiyek a Umît Ozdag tune ye. Kurd dixwazin herin ser sendoqan û desthilatê bidin guherîn.”

Aliyek çavdêrên siyasî jî dibêjin CHP qasî ku giringiyê dide Umît Ozdag ewqasê giringiyê nade Kurdan û pêwîst e ku dengderên Kurd jî vê rastiyê bibînin û bidin nîşan ku wergirtina dengên Kurdan ewqasî ne hêsan e.

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Guçlu ji K24ê re diyar kir: “Ew partiyên ku dengên wan %0.5 an jî %1 in, di maseyê de cih girtin, bûn xwedî biryar, her dem HDP li derveyî wê girtin, eger qîmetê bidin HDP û dengê Kurdan, divê HDP jî li ser maseyê rûnişta. Di serî de Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Milet qîmet neda wan. Di vê mijarê de divê ku HDP, bi taybetî jî Kurdên ku dengê xwe didin HDPê û paşê jî deng dane Tifaqa Milet û Kemal Kiliçdaroglu, divê xwe ji ber çavan derbas bikin, divê dengê Kurdan evqas bêqîmet nebe.”

Di 14ê Gulanê de li 20 bajarên Bakurê Kurdistanê ji milyonek û nîvê zêdetir dengder neçûn ser sindoqan û di gera duyem de ev hejmar ji ber Umît Ozdag dibe ku zêdetir bibe.