Gelo guherîna helwestên siyasî dê bandorê li gera duyem bike?

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28ê Gulanê bi milyonan dengder ji bo gera duyem ya hilbijartina serokomariyê dê biçin ser sindoqan û guherîna helwestên siyasî dê diyarker be.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28ê Gulanê bi milyonan dengder ji bo gera duyem ya hilbijartina serokomariyê dê biçin ser sindoqan û guherîna helwestên siyasî dê diyarker be. Bi boçûna akademisyenan desthilat û muxalefet wekhev in û di encamê de dê netewperestî bi ser bikeve. Şirovekarên siyasî jî ber du sedeman muxalefetê serkeftî dibîne.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de namzedê Tifaqa Ata yê serokomariyê Sînan Ogan ku dijî Serokkomarê heyî Erdogan gotin û rexneyên tund bi kar anîbûn di gera duyem de piştevaniya Erdogan dike.

Serokê Partiya neteweperest a Zaferê Umît Ozdag piştevaniya xwe bo Kemal Kilicdaroglu ragihand û tevî piştevaniya Umît Ozdag û berdevamkirina pergala qeyumdanîna ser şaredariyan, HDP û partiya Çep a Kesk (YSP) jî bêyî ku nav bide piştevaniya xwe bo Kemal Kilicdaroglu ragihand.

Gelo guhertina helwestên nû yên siyasî dê kêrî kijan alî bê? Bi boçûna akademîsyenan kîjan alî zêdetir hêmanên dewletê biparêze serkeftî dibe û di her du rewşan de yên ku zirarê dibînin Kurd in.

Akademîsyenê Zanîngeha Munzurê Dr. Savaş Dede ji K24ê re ragihand: “Li Tirkiyê di rewşa heyî de du hevpeyman hene yek rastgir û muxafazakar e ku desthilata heyî temsil dike, ya din jî sosyal demokrat e ku ev jî CHP ye. Ji bo her du aliyan jî dewlet her tişt e. HDP di avakirina rêya sêyem de lawaz ma. Ji ber vê çendê di gera duyem de kîjan namzed zêdetir xwedî li hêmanên dewletê derbikeve dê serkeftî be. Lê kî bi ser bikeve jî yê ku winda dike dê Kurd bin ji ber ku dê zêdetir rastî netewperestiya Tirk bên.”

Bi nêrîna şirovekarê siyasî Atîlla Kart jî ji ber çend sedemên serekî eger heye ku deshilata Tirkiyê biguhere.

Şirovekarê sîyasî  Atîlla Kart ji K24ê re diyar kir:     “Tevî hemû mûdaxaleyên li ser ewlehiya hilbijartinê û sindoqan û tevî hewla parçekirina yekitiya di nava gel de, ez di wê baweriyê de me ku êdî ji bo guherîna deshilatê hemû şert û merc guncaw in. Ji ber ku HDP û Umît Ozdag tevî nêrînên xwe yên ji hev cuda piştiriya Kemal Kilicdaroglu dikin. Lê belê mijara berdewamiya tayînkirina qeyûman jî dibe ku destê Kilicdaroglu lawaz bike.”

Di 28ê Gulanê de bi milyon dengder bo ku deng bidin Recep Tayîp Erdogan û Kemal Kilicdaroglu dê berê xwe bidin ser sindoqan. Erdogan bi ser bikeve serokomarî û piraniya parlementoyê dikeve destê wî û deshilata xwe ya 21 salî berdewam dike.  Kilicdarolu bi ser bikeve piraniya parlementoyê bêwate dimîne,  dê hemû wezîran Kilicdaroglû diyar bike û hikûmeta nû ew ava bike.