Erdogan: Me hewla çareserîkirina pirsa Kurdî daye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rexne li piştgiriya HDPê bo berbijêrê Serokomariya Tirkiyê û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu digre. Erdogan diyar dike ku yê pirsgirêka Kurdî dirûst kiriye CHP ye, wan jî hewla çareserkirina wê pirsgirêkê daye.

Serokomarê Tirkiyeyê û berbijêrê Serokomariya Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di bernameyek televîzyonî de li ser hilbijartinên Tirkiyê nirxandin kirin û di beşeka axaftina xwe de Pêvajoya Aşitiyê û hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsa Kurdî bibîr xist.

Erdogan dibêje, nabe Kurd û PKK wekî yek werin nîşandan. Kurd pêkhateyeke girîng a malbata Tirkiyê ya 80 milyonî ne.

Serokomarê Tirkiyeyê bibîr dixe ku Kemal Kiliçdaroglu Serokê wê partiyê ye ku bi qedexe û givaşan êş dane Kurdan. Lê yê ku zordestiya CHPyê dawî kiriye, yê ku pirsgirêkên zimanî û nasnameyî yên Kurdan çareser kiriye ew bûne.

Erdogan tekez dike ku, wan di Pêvajoya Aşitiyê de ji bo çareserkirina pirsa Kurdî digel rûsipiyan hewlên mezin dane. Heta niha ew digel Kurdan bûn û dê piştî hilbijartinê jî her digel wan li ser riya xwe berdewam bin.

Ev peyamên Erdogan yên taybet bo gelê Kurd, piştî piştgiriya HDPê bo Kiliçdaroglu hatin. HDP digel rêkeftina Kiliçdaroglu û Partiya Zaferê û xala çaremîn a wê rêkeftinê ku danîna qeyûman bi ser şaredariyan de li xwe digre, li ser biryara xwe rijd e.