Altan Tan: Li Tirkiyê 13-14 milyon dengên Kurdan hene, mixabin me nekariye tiştekî çareser bikin

Siyasetmedar Altan Tan
Siyasetmedar Altan Tan

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan eşkere dike, ne Kiliçdaroglu, ne jî Erdogan çi bernameyeke zelal ji bo çareserkirina pirsa Kurdî ranegihandine. Derbarê kêmbûna dengên HDPê jî got: “Rêvebirina HDPê ketiye destê marksîst û çepên Tirkan.

Parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan di buletanekê K24ê de diyar kir, “ji hilbijartinan re nîv roj maye, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dibêje piştî hilbijartinan ji bo kurdan tiştên baş difikire. Xwezî… Lê çima ne îro, çima ne beriya hilbijartinan?

Siyasetmedar Altan Tan got: “Nêrînên wan ên baş li ser Kurdan û pirsa Kurd çi ne? Çi sozan didin? Mixabin, tiştek ne diyar e. Ne birêz Kiliçdaroglu û ne jî birêz Erdogan ti bernameyeke zelal ji bo Kurdan ranegihandine.”

Altan Tan derbarê gotina Kiliçdaroglu ya ku gotibû ew ê pirsgirêka Kurd li parlamentoyê çareser bikin, wiha got: “Baş e çawa? Tenê axaftin heye, di rastiyê de tiştek tune. Sedem jî ew e ku li Tirkiyê netewperestî zêde bûye. Li aliyê Erdogan, Devlet Bahçelî, Sînan Ogan û Mustafa Destici; Li aliyê Kiliçdaroglu jî, Meral Akşener, Ûmît Ozdag û Koray Aydin hene.

Got jî: “Mixabin Erdogan û Kiliçdaroglu jî ji dengên neteweperestan ditirsin, ji ber wê jî dudil in ku di derbarê mafên kurdan de tiştekî taybetî bibêjin. ev jî encama nebûna siyaseta Kurd e. Niha li Tirkiyê 13-14 milyon dengên Kurdan hene û mixabin me nekarî tiştekî çareser bikin.”

'RÊVEBERIYA HDP'Ê DI KONTROLLA ÇEPÊN TIRK DE YE'

Altan Tan got, "Gelek sedemên kêmbûna dengên HDP'ê hene, lê em dikarin du sedemên sereke bibêjin. Yekem; Kurd êdî şer, çek û çiya naxwazin. û ji bo vê daxwaza xwe peyamek dane PKK û HDPê. Kurd naxwazin zarokên wan wek berê li çiya û di şer û xendekan de bimirin.”

Her wiha got jî: “Piraniya rêveberiya HDPê ya niha di bin kontrola çep û marksîstên Tirk de ye û piraniya xelkê jî wek wan nafikire… Lê HDP’ê heta îro ev polîtîka neguhertiye.”