Diyarbekir amadekariya werzê nû yê geştiyariyê dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Yek ji çavkaniyên dahatê bo Diyarbekirê, geştiyarî ye ku îsal kompaniyên geştiyariyê dixwazin ji sala borî zêdetir geştiyaran bikêşin Diyarbekir ku sala borî 1 milyon û 70 hezar û 436 geştiyaran serdana Diyarbekir kiribûn.

Diyarbekir xwe ji bo werzê nû yê geştiyariyê amade dike ku tê xwestin di serdemek ku qeyrana aborî heye de ji geştiyariyê dahatek baş were bidestxistin. Bo vê yekê jî kompaniyên geştiyariyê li gel saziyên fermî dansutanê dikin da ku bêhtir geştiyaran bikêşin Diyarbekir. Li gorî daneyên Gerînendehiya Geşt û Çandê Ya Diyarbekir di 4 mehên pêşî yên sala borî de 171 hezar û 350 geştiyaran serdana Diyarbekir kiribûn û 4 mehên îsal de ev reqem 145 hezar û 183 ye ku kêmbûnek ji ber erdhejê heye û sazî dixwazin qada geştiyariyê ser hev de bînin.

Nunerê Yekîtiya Kompaniyên Geştê yê Tirkiyê yê Herêmê Serdar Baturay: “Ji dawiya tebaxê pê de dê hijmareke zêde geştiyar berê xwe bidin Diyarbekir. Ji niha de bo serdema payîzê di gelek otêlan de cih nemaye û rezervasyon berdewam in. Piştî erdhejê pergaleke nû ya geştiyariyê li herêmê derket holê û em jî li gel kompaniyan û saziyên dewletê runiştin ku em dikarin di vê pergala nu de çi bikin? Ne tenê bo Diyarbekir, di heman demê de bo pêşxistina geştiyariya bajar û navçeyên din jî em dixebitin.”

Li Diyarbekirê 130 kompaniyên geştê hene ku çaverê ne li Diyarbekirê serdemek geş ya geştiyariyê were dîtin û di heman demê de amadekarî tê kirin k udi hemu cureyên geştiyariyê de Diyarbekir bibe navendeke navudeng.

Geştiyarnas Dogan Şan: “Ji ber erdhejê û hilbijatinê heta niha di warê geştiyariyê de hîn jî rewşa kut ê xwestin nehatiye dîtin lê ji payîzê pê de dê rewş baş bibe.”

Hasan Sancar Geştiyarnas: “Çawa ku teyr dema digerin bac û pasaport ji wan nayê xwestin em jî dixwazin bi awayeke azad geştê bikin û Hewlêr, Zaxo, Duhokê bi vê derê bidin nasîn, çanda hev binasin.”

Diyarbekir di warê geştiyariya xwezayê, geştiyariya olî, geştiyariya dîrokî, geştiyariya çandî û geştiyariya tendirustiyê de xwedî potansiyelek dewlemend û dixwaze van teybetmediyên xwe bi hemu cîhanê bide nasîn.”