Tirkiye 13emîn Serokkomarê xwe hildibijêre: Dengdanê dest pê kir

Navendeke dengdanê li Diyarbekirê / Wêne: Hesen Kako
Navendeke dengdanê li Diyarbekirê / Wêne: Hesen Kako

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro gera duyem a hilbijartina 13emîn Serokkomarê Tirkiyê birêve diçe û her yek ji Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyîp Erdogan ji bo posta serokkomariyê namzed in.

Di hilbijartinê de ji nav welêt 60 milyon û 904 dengder wê bikaribin dengê xwe bidin.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatine danîn.

Roja Yekşemê 14ê Gulana 2023an hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê ji demjimêr 8:00 heta demjimêr 17.00ê êvarî hatin kirin û rêjeya beşdariyê jî %88 bû.

Li gor yasayê, eger di gera yekem de her namzedekî serokkomariyê zêdetir ji %50 ê dengan bidest nexist, hilbijartin diçe gera duyem ku îro 28ê Gulanê di navbera her du namzedên ku herî zêde deng bidest xistibûn (Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyîp Erdogan) de tê kirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ragihand, li gor encamên ne fermi yên gera yekem, Recep Tayyip Erdogan  %49.62, Kemal Kiliçdaroglu %44.89, Sînan Ogan ji sedî 5.17 û Muharrem Înce jî %44 deng wergirtibûn.