Daxuyaniyek ji Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, di nava pênc mehên borî de 667 kes bi tometa bazirganîkirin û bikaranîna maddeyên hişber hatine desteserkirin.

Hewlêr (K24) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, di nava pênc mehên borî de 667 kes bi tometa bazirganîkirin û bikaranîna maddeyên hişber hatine desteserkirin.

Îro Duşemê 29ê Gulana 2023an, Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku saziya wan 667 kes bi tometa bazirganîkirin û bikaranîna maddeyên hişber desteser kirine û dest danîne ser 45 kîlo û 80 gram maddeyên hişber, 530 kîlogram hebên hişber, 2 hezar û 774 şît hebên hişber ên cureya tramadol û 70 kîlogram dermança ku bi maddeyên hişber ve ên cûreya eroînê ve hatine tevlihevkirin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku ji wê hejmara ku hatine desterkirin, 285 kes bi tometa kirîn û firotina maddeyên hişber hatine desteserkirin ku hejmarek ji wan bazirganên mezin ên maddeyên hişber in.

Di dawiya daxuyaniyê de Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji welatiyan daxwaz dike ku xwe ji bikaranîna van cûre maddeyan dûr bixin û hevkarî û hevahengiya dezgehên ewlehiyê bikin di her zanyariyeke derbarê bazirganîkirin û bikaranîna maddeyên hişber de.