Biden pîrozbahiyê li Erdogan dike

Bi boneya cardin hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya cardin hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê pêwendî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye û pîrozbahiya cardin hilbijartina wî wek serokomar kiriye.

Hat ragihandin, herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirine ku pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê girîng in û di heyama nû de hevkariyên navbera herdu welatan di hemû waran de werin pêşxistin.

Roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû. Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya %52.2 deng bi dest xistin, li hember wî jî Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %47.8 deng bi dest xistine.