Welatiyên li Semsûrê daxwaza alîkariyê dikin

Yek ji bajarên zirareke mezin ji erdhejên 6ê Sibatê dîtî Semsûr bû ku li Semsûrê piştî erdhejan 48 hezar û 500 çadir hatibûn danîn û hîn jî gelek welatî di çadiran de dijîn.
Semsûr
Semsûr

Semsûr (K24) - Yek ji bajarên zirareke mezin ji erdhejên 6ê Sibatê dîtî Semsûr bû ku li Semsûrê piştî erdhejan 48 hezar û 500 çadir hatibûn danîn û hîn jî gelek welatî di çadiran de dijîn û niha bang li desthilatê dikin ku demildest pirsgirêka xaniyan çareser bikin.

Li bajarê Semsûrê piştî pêvajoyeke zehmet û dijwar a erdhejan vê carê jî kelecana hilbijartinan hebû ku li Semsûrê di hilbjartinên parlementoyê yên 14ê Gulanê de Ak Partiyê %52.33yê dengan sitand û 4 parlementerî bi dest xist. CHPê jî %18.75ê dengan sitand û parlemnteriyek bi dest xist.

Di hilbijartinên serokomariyê de jî Recep Tayyîp Erdogan %68.84ê dengan sitand û Kemal Kiliçdaroglû jî %31.16ê dengan bi dest xist. Welatiyên Semsûrê bang dikin ku divê êdî girîngî bi pêdiviyên lezgîn ên Semsûrê were dayîn.

Welatiyekî ji K24ê re diyar kir: “Di 13ê de gotin dê trên were lê nihat niha hinek maye em li kerê siwar bibin. Em daxwaza xizmetê dikin. Em tiştek din naxwazin.”

Welatiyekî din jî dibêje: “Semsûr ji her aliyî ve daxwaza xizmetê dike, bila alîkariya Semsûrê bikin.”

Herwiha welatiyekî din jî dibêje: “Hilbijartinan de Semsûrê 4 parlementerî da Ak Partiyê ku sedema wê daxwaza xizmetê ye. Ji bo Semsurê ya girîng ew e ku di nava salekî de xaniyên nu werin radestkirin.”

Li Semsûrê 2 hezar û 349 avahî di erhejan de ruxiyabûn û ji 10 hezarî zêdetir avahî jî zirarek mezin dîtibûn ku piştî erdhejan 48 hezar û 500 çadir hatibûn vedan û  2 hezar û 618 xaniyên konyetner  hatibûn danîn û hîn jî gelek welatî jiyana xwe di çadiran de didomînin û li bendê ne ku ji rewşa wan re çareseriyek were dîtin û bo vê yekê jî bang li desthilatê dikin ku ji semsurê dengek zêde bi dest xist.

Mexdûrekî erdhejê diyar kir: “Em çadirê de ne, heta niha alîkariya me nehat kirin, ji niha pê de em hêvî dikin alîkarî were.”

Mexdûrekî din jî dibêje: “Em çadirê de dimînin, zarok nexweş dikevin, enfeksiyon distînin, carna sar e carna germ e. Em daxwaza alîkariyê dikin.”

Di hilbijartinên parlementoyê de Ak Partî û di hilbijartinên Serokomariyê de jî Recep Tayyîp Erdogan li Semsûrê bûn yekem û Semsurî dibêjin îca dora desthilatê ye ku bi awayeke lezgîn gavan bo geşepêdana Semsurê biavêjin.