Blinken û Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî encam dan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken encam da.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken encam da.

Li gor agahiya ku ji Wezareta Derve ya Tirkiyê hatiye dayîn, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di pêwendiya telefonî de ligel hevtayê xwe Çavuşoglu, ji ber ku Recep Tayyîp Erdogan cardin wek serokomar hat hilbijartin û di hilbijartina parlementoyê de serkeftin bi dest anî, pîrozbahî kir.

Di pêwendiya navbera Çavuşoglu û Blinken de mijarên weke amadekariyên civîna Mekanîzmaya Stratejîk a ku tê plankirin di serdema bê de were kirin, hevkariya di warê pîşesaziya parastinê de, êrîşa li New Yorkê ya li dijî Turkeviyê, pêvajoya endamtiya Swêdê bo NATOyê û Peymana Dexlûdanê ya Stenbolê hatine gotûbêjkirin.