Cotyar Adil: Guhartinên di projeyasaya budceyê de hatine kirin, ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê guhertinên di pişka bûdceyê ya Herêma Kurdistanê de hatine kirin û binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de dibêje: “Ew ji bo lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê hatine kirin û ew wê yekê qebûl nakin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24ê re got: “Guhertinên ku di Komîteya Darayî de li ser pişka Herêma Kurdistanê hatine kirin, berûvajî destûrê rêkeftina di navbera her du aliyan de ye.”

Cotyar Adil got: “Em tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de dikin, ku ji bo her du aliyan destkefteke girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku ew ê bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, her wiha bibe bingehek ji bo yasaya bûdceya Iraqê.”

Got jî: “Ne di berjewendiya me de ye ku em mijarê bikin mijareke siyasî. Lê mixabin her dema ku atmosferek erênî di navbera her du aliyan de çêdibe, hin kom û alî dixwazin wê atmosferê têk bidin. Lê eger îradeyeke xurt ji aliyê herdu hikûmetan ve hebe, em dikarin van zehmetiyan derbas bikin.”

Herwiha got: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina xwe ligel hikûmeta federal dikin û tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftin û pirensîpên ku hikûmeta Iraqê li ser hatiye avakirin, dikin.”

Cotyar Adil diyar kir: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li gel wê yekê ye ku rêkeftin wek were cîbicîkirin û ew daxwaza wî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan heye.”

Hin xal di projeyasaya budceya Iraqê de hatine guhartin û tê de rê hatiye dayîn ku parêzgeh rasterast danûstandinê bi Hikûmeta Iraqê re bikin, di vê derbarê de Cotyar Adil got: “Ev xal ji bo lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Mijara qerebûkirina hemû mûçeyên ku hikûmeta Iraqê ji Herêma Kurdistanê re neşandiye û mijara birîna budceyê, di madeya 13 ya projeyasaya bûdceyê de heye û behsa qerebûkirina hemû mafên ku li ser hikûmeta Iraqê ye dike, ew beşek ji paşkefta mûçe ye û daxwaza me jî ew e ku ew li ser hev ji karmendan ew vegerin, ne ku bi salane rêjeyek jê re were diyarkirin.

Tekez kir jî: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim me gotiye, divê mûçeyên paşmayî yên karmendan were vegerandin, ev yek jî mafê wan ê rewa ye. Di hemû hevdîtin û gotûbêjên xwe yên li gel hikûmeta Iraqê de, me daxwaz kiriye ku ji bilî mûçeyên paşmayî yên karmendan, divê welatiyên Herêma Kurdistanê yên ziyan ji rejîma berê ya Iraqê dîtine jî, bên qerebûkirin.”

Her wiha got: Helwest û siyaseta Hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera ye ku ew berevanê mafên rewa yên gelê kurd e û em dest ji mafên destûrî ber nadin.”