Cebar Meşhedanî: Pirsgirêka Herêma Kurdistanê ew e ku ji bajarên naverasta Iraqê pêşketîtir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrê siyasî yê Îraqî Cebar Meşhedanî di wê baweriyê de ye, Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ku beşek ji aliyên ku hikûmeta niha ya Iraqê pêk ye, çend pirsgirêk ji bo Sûdanî çêkirine û naxwaze ew di karê xwe de biser bikeve. Got jî: “Pirsgirêka sereke ya Herêma Kurdistanê ew e ku ji bajarên naverasta Iraqê pêşketîtir e.”

Cebar Meşhedanî ji K24ê re got: “Li gor min Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan, hin pirsgirêk ji Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re derxistine.  Hin aliyên girîng hene ku naxwazin hikûmeta wî bi ser bikeve, ji ber ku wî dirûşma ‘hikûmeta xizmetguzarî’ bilind kiriye.”

Meşhedanî got jî: “Bi rastî tiştê ku kêşe ji bo Herêmê çêkiriye, pêşketinên ku li Kurdistanê rû dane ne, bi taybetî ku Hewlêr û Duhok ji bajarên naverasta Iraqê pêşketîtir in. Ev yek pirsekê derdixe holê ku gelo bûdce ji hemû parêzgehan re diçe? Bajarên din jî meraq dikin, ma gelo budceya me bi kû ve diçe?”

Pirsa di navbera Bexda û Hewlêrê de ew e ku divê Bexda ji hemû aliyan, ne tenê ji aliyê aliyekî re be ku hewl bide pirsgirêkan ji aliyê din re (Herêma Kurdistanê) çêbike û êrişî wê bike.

Meşhedanî got ku tiştê ku hîştiye heta niha Kurd ne xwediyê welatê xwe bin, peymaneke kevn a Brîtanyayê ye, ji serdema padîşah û hikûmetên li pey hev ên Iraqê jî heta niha nehiştine ku Kurd mafên xwe bidest bixin.

Wî çavdêrê siyasî di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Kurd bi welatên herêmê re rûbirûyê kêşeyan bûne, Kurdistan jî di nava 100 salên derbasbûyî de bi tundî li hember hemû kêşeyên çekên kîmyayî, mûşek, dron û dorpêçkirinan ber xwe dan, di dawiyê de jî, wan hin armancên xwe bidest xistin.”