Mehmûd Osman: Baweriya aliyên siyasî yên Bexdayê bi federalîzmê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê navdar ê Kurd Mehmûd Osman ragihand, aliyên siyasî yên desthilatdar li Bexdayê baweriya xwe bi sîstema federalî naynin. Di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir ku eger alîkariya Kurdan nebûya, hikûmeta Iraqê pêk nedihat.

Mehmûd Osman îro Çarşemê 31ê Gulana 2023ê di hevpeyvînekê de ligel K24ê got, partî û hêzên siyasî yên desthilatdar li Bexdayê baweriya xwe bi sîstema federalî naynin û ji hebûna qewareya Herêma Kurdistanê ne razî ne.

Got jî: Herêma Kurdistanê berî rûxandina rêjîma Sedam Husên hebû, desthilatdarên Bexdayê li dijî îradeya xwe û bi neçarî ev Herênqebûl kirin, û hertim hewlên wan yên biçûkkirina Herêmê hene, û wek parêzgeh, ne wek herêmeke federal serederiyê pê re dikin.

Siyasetmedar Mehmûd Osman matmayîna xwe li hember bêdengiya hikûmeta Sûdanî, derbarê guhertinên xalên têkildarî bi pişka Herêmê di projeyasaya budceya federalî nîşan da.

Osman destnîşan kir, zextên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê qet ranewestiyane û got: “Tê bîra min ku di sala 2014'an de jî zextên bi vî rengî li ser Herêma Kurdistanê hatibûn kirin.”

Osman got: "Ez ji bêdengiya Sûdanî ya li hemberî van reftaran fêm nakim. Gelo Sûdanî bi dizî ji wê yekê razî ye?”

Osman amaje bi yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan li Bexdayê kir û di heman demê de tekez kir ku bêyî Kurdan hikûmeta niha ya Iraqê ava nedibû.

Roja Pêncşemê, Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê li Parlamentoya Iraqê deng li ser xalên bûdceya giştî ya sala 2023ê da, piştî guhertina madeyên 13 û 14 ên girêdayî Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew guhertinên ku ji aliyê hinek endamên Komîteya Darayî ve di projeyasaya bûdceyê de hatine kirin ne destûrî ne û bi awayekî eşkere ligel rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, nagunce.

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ew guhertinên ku di pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî de hatine kirin, nepakî, zulm û plangêrî ye li dijî Herêma Kurdistanê tê kirin, lê belê emê bi her awayî rûbirûyê vê plangêriyê bibin û rê nedin ku bi ser bikeve.