Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Erdogan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya ku ew careke din wek Serokomarê Tirkiyê hat hilbijartin, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 31ê Gulana 2023an di pêwendiya telefonî de hêviya serkeftinê ji Erdogan û gel û hikûmeta Tirkiyê re xwast û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkeliyên ligel Tirkiyê di hemû waran de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyê jî spasiya pîrozbahiyên Serokê Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser bihêztirkirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwend merasîma sûndxwarinê ya li Enqerê.

Di beşeke din a vê pêwendiya telefonî de, her du aliyan rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên hevbeş guftûgo kirin.

Roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû. Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya %52.2 deng bi dest xistin, li hember wî jî Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %47.8 deng bi dest xistine.