Blinken: Rûsyayê guh neda gotina ti kesî û dest bi şer kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony ragihand, Rûsyayê guh neda gotina ti kesî û dest bi şer kir, li hember wê jî, Amerîka û hevpeymanên wê, piştevanîkirina Ukraynayê û bihêzkirina NATOyê hilbijart.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony ragihand, Rûsyayê guh neda gotina ti kesî û dest bi şer kir, li hember wê jî, Amerîka û hevpeymanên wê, piştevanîkirina Ukraynayê û bihêzkirina NATOyê hilbijart.

Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de li Fînlandayê ragihand, dem îsbat kiriye ku Rûsya bi êrîşkirina ser Ukraynayê xeletiyeke stratejîk encam da.

Blinken got: “Em tevî hevpeymanên xwe, me hemû şêwaz cerbandin ji bo rêgirtina li serîhildana şer, li Neteweyên Yekgirtî bi rêya kanalên pêwendîkirinê û çendîn rêyên din, lê belê Rûsyayê şer hilbijart.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir: “Me sê biryar dane, yekem; alîkarîkirina Ukraynayê, bihêzkirina NATOyê û sizadana Rûsyayê.”

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.