Li Bakurê Kurdistanê beşek siyasetmedar banga dirustkirina tevgereke netewî dikin

Li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê rewşeke nû derket holê ku beşek ji siyasetmedaran banga xeteke nû dikin û dibêjin divê tevgerek serbixwe û neteweyî derbikeve holê .
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê rewşeke nû derket holê ku beşek ji siyasetmedaran banga xeteke nû dikin û dibêjin divê tevgerek serbixwe û neteweyî derbikeve holê.

Piştî hilbijartinan hat dîtin ku dengên HDPê kêm bûn, kurdan nekarî rolê xwe yê kilîlbûnê bileyîzin, di herdu tifaqên wek millet û cumhur de nunertiya kurdan lawaz ma, HakParê nekarî dengek berketî bistîne û navbera Silheddîn Demîrtaş û rayedarên HDPê de nîqaş rû dan. Li gel vê tabloyê aliyek siyasetmedarên Kurd jî bang dikin ku divê Kurd dersê ji encamên hilbijartinan derbixin û li gorî vê yekê jî divê ji xwe re nexşerêyek nû saz bikin, tevgerek serbixwe û neteweyî ava bikin.

Berdevkê Tevgera Demokratên Kurdistanê Cano Amedî ji K24ê re diyar kir: “Divê hem HDP û hem jî partî û rêxistinên Kurdistanî rûnin û derbarê encamên hilbijartinan de nirxandinên xwe bikin. Pêdivî bi tevgereke nû ya neteweyî heye ku divê ev tevger jî ne di bin bandora ti aliyekî de be, divê serbixwe be.”

Çavdêrên siyasî yên siyaseta kurd ji nêz ve dişopînin balê dikêşin ku divê aliyên siyasî yên kurdan nakokiyên navbera xwe de ji bîr bikin û ji bo ku ew careke din derfetên ketine deste wan de ji dest nedin werin cem hev û yekîtiyek xurt ava bikin.

Çavdêrê siyasî Mehmet Vural ji K24ê re diyar kir: “Kurdan heta niha 100 sal li dûv xwe hiştin û eger wisa bidome dê 100 sal din jî ji dest bidin. Pêdivî bi yekîtiya kurdan heye, pêdivî bi diyalogê heye, pêdivî bi biratiya kurdan heye. Divê partî ne li gorî berjewendiyên xwe, li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin.”

Siyasetmedarên kurd ên ku bi salane nav siyaseta kurdan de cih digirin bang dikin ku pêdiviya kurdan bi tevgerek ji îdeolojiyan dur ku tenê bi bidestxistina mafên kurdan dixebite  heye.