Rêbar Ehmed: Em rê nadin ti kes çanda pêkvejjiyanê li Kurdistanê têk bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, ew li Herêma Kurdistanê li dijî hemû gotinên nefret û kînê ne û rê nadin ti kes çanda pêkvejiyanê û aramiya Kurdistanê têk bide.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed di merasîma vekirina Peymangeha Perwerde û Birêvebirina Qeyranan de daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir. Her wiha xwişk û birayên Êzîdî dilniya kirin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe bide ji bo ku Êzîdî bi awayekî bi rûmet û xwebexş vegerin ser xaka xwe. Got jÎ: “Heya wê demê em ê xebatên xwe yên ji bo parastina mafên wan û dabînkirina jiyaneke guncaw ji wan bidomînin.”

Rêbar Ehmed got, piştî 8 salan ji karesata Şingalê û hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha 325 hezar Êzîdî nekarîne vegerin ser warê xwe yên resen.

Wezîrê Navxwe got: “Ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ti gavên cidî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatine avêtin.” Da zanîn jî, ji bo cîbicîkirina xalên rêkeftina Şingalê ew bi hevkarên xwe yên hikûmeta federal re hevahengiyê dikin.

Rêber Ehmed got jî: “Em li Herêma Kurdistanê li dijî hemû gotinên nefret û kînê ne û em rê nadin ti kes çanda pêkvejiyanê û aramiya Kurdistanê têk bide.”

Îro bi amadebûna Wezîrê Navxwe, Rêveberê Giştî yê Navenda Hevbeş a Hevahengiya Qeyranan, hemû parêzgar û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistan, ligel şandeke bilind a Almanya û Konsulê Almanya li Herêma Kurdistanê, Peymangeha Rahênan û Birêvebirina Qeyranan, hate vekirin.

Rêbar Ehmed ragihand jî, ew alîkariya hêzên Almanyayê ji bo rahênana hêzên Pêşmerge bilind dinirxînin û şanaziyê bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê dikin.

Wezîrê Navxweyî got ku Kabîneya Nehem kar kiriye ji bo vekirina navenda herî bihêz a bersivdayîna qeyranê.

Li gorî Rêbar Ehmed, Peymangeha Perwerde û Birêvebirina Qeyranan yek ji wan pirojeyên herî girîng û pêwîst e ku bi sûdwergirtin ji ezmûna Almanyayê hatiye plankirin û tê de karmendên hikûmetê, xwebexş û tîmên bersivdana bilez tên perwedekirin.

Got jî: wan çend pirojeyên mezin û giring ji bo navenda hevahengiya hevbeş li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anîne.