Pispor: Erdogan bi kabîneya nû peyameke cidî ya guhertinê daye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan, kabîneya nû ragihand û ji 17 wezîran, 15 wezîr guhertin. Guhertina wezîrên Derve, Berevanî, Navxwe û Darayî û ligel jî Cîgirê Serokomar; karîgeriyeke cidî dirust kir. Cîgirê Serokomar Kurdekî Çewlîgê, Wezîrê Darayî jî Kurdekî Batmanê ye.

Biryara Serokomarê Tirkiyê ya guhertina wezîrên Derve, Navxwe, Darayî û Berevaniyê deng veda. Her wiha di kabîneya serokomarî de postê Cîgirê Serokomar li jor hemû wezaretan tê zanîn. Pispor dibêjin bi ragihandina vê kabîneyê, Erdogan peyameke cidî ya guhertinê di warê siyaseta derve, navxwe û aboriyê de daye.

GIRÎNTIRÎN POSTÊN KABÎNEYA NÛ YA TIRKIYÊ

Cevdet Yilmaz: Cîgirê Serokomarê Tirkiyê

Sala 1967an Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. sala 1988 yekemîn derçûyê Koleja Odtu ye ku ev zanîngeh di asta Tirkiyê de yekemîn e. Sala 1994 Master li Zangîngeha Denver ya Amerîka kiriye.

Cevdet Yilmaz sala 2003an Doktora Zanistên Siyasî wergirtiye. Di navbera 2007 – 2023an de wek Parlamenter, Wezîr û Berpirsê Plandananê di erkên xwe de berdewam bûye.

Hakan Fîdan: Wezîrê Derve

Sala 1968 li Enqerê ji dayîk bûye. Derçûyê Koleja Hewalgêrî ye û Bawernameya Doktora wergirtiye.

Ji sala 2010 heta 2023an, Şêwirmendê Dezgeha Hewalgêrî (MÎT) bû.

Mehmet Şîmşek: Wezîrê Darayî û Gencîneyê

Sala 1967 LI Batmana Bakurê Kurdistan ji dayîk bûye. Derçûyê Aborî ye û Bawernameya Master wergirtiye.

Mehmet Şîmşek wek Baştirîn Wezîrê Darayî di sala 2013an ji aliyê Kovara Emerging Markets hatiye destnîşankirin.

Her wiha li gorî Foreign Policy jî, wî di 500 Karîgertirîn Kesayetên Cîhanê di 2013an de girtiye.

Yaşar Guler: Wezîrê Berevanî

Sala 1954 li Erdexana Bakurê Kurdistan ji dayîk bûye. Derçûyê Kolêja Leşkerî ya Hêzên Çekdar e.

Sala 1974an dest bi kar kir. Di navbera sala 2018 – 2023an Serokerkanê Tirkiyê bû.

Alî Yerlîkaya: Wezîrê Navxwe

Sala 1968 li Konya ji dayîk bûye û derçûyê Beşa Siyasî ye.

Di navbera salên 2018 – 2023de, Parêzgarê Stenbolê bû.

Guhertina kabîneyê û danana wezîrên ku di karên xwe de serkeftî ne, di nava Tirkiyê de jî bi erênî hatiye pêşwazîkirin û wek bihêztirîn kabîneya AK Partî tê binavkirin. Kabîneya nû bendewariyên gel jî zêde kirine û tê çaverêkirin proseyeke nû destpê bike.