Hakan Fîdan wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê dest bi kar kir

Hakan Fîdan di nava kabîneya Erdogan de takane kes e ku pirsa Kurdî ji nêzîk ve nas dike û çend caran ligel berpirsên PKKê civiyaye.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Wezîrê nû yê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro bi awayekî fermî dest bi kar bû. Hakan Fîdan di nava kabîneya Erdogan de takane kes e ku pirsa Kurdî ji nêzîk ve nas dike û çend caran ligel berpirsên PKKê civiyaye.

Îro li Wezareta Derve ya Tirkiyê merasîma pevguhertina postê wezîrtiyê birêve çû û Wezîrê berê yê Derve Mevlut Çavuşoglu postê xwe radestî Wezîrê nû yê Derve Hakan Fîdan kir. Fîdan di axaftina xwe diyar kir, ew dê siyaseta derve ya Tirkiyê ku serxwebûn û serweriya viyana netewî ya Tirkiyeyê li xwe digre, pêşvetir bibe.

Hakan Fîdan di nava kabîneya Erdogan de takane kes e ku pirsa Kurdî bi başî nas dike û ji ber vê pirsê, çendîn caran ligel berpirsên PKKê civiyaye û pêwendî daniye. 

Civîna yekemîn a Hakan Fîdan ya digel berpirsên PKKê ku raya giştî pê dizane, Hevdîtinên Osloyê ye.

Hevdîtin navê xwe ji cihê ku lê hatiye kirin, ji bajarê Oslo yê Norwecê digre û bi navbeynkariya saziyeke navdewletî di Îlona 2008an de dest pê kiribû û heta havîna 2011ê berdewam kiribû.

Hakan Fîdan jî wekî Şêwirmendê Serokwezîr di 2009an de beşdarî civînan dibû û di sala 2010ê de jî dê bûbaya Serokê MÎTê û êdî dê serpiriştiyariya danûstandinên digel PKKê bikira. Lê di 14ê Tirmeha sala 2011ê de li bajarê Farqînê di navbera gerîlayên PKKê û arteşa Tirkiyê de şerekî giran rû da, di encamê de 13 leşker û heft gerîla hatin kuştin, ku vê bûyerê Pêvajoya Osloyê dawî kir.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Murad Karayilan di hevpeyvîneke xwe ya di 28ê Nîsanê de eşkere kiribû, di 2010ê de dema Hevdîtinên Osloyê xetimîbûn, Hakan Fîdan ji bo çareseriyê xwestiye biçe Qendîlê û digel wî bicive, lê wî red kiriye û gotiye girtîxaneya Îmraliyê ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan lê dimîne, ji Enqerê nêzîktir e, bila Fîdan biçe wir.

Jixwe dezgeha ku Fîdan serokê wê bû, gelek caran diçû Îmraliyê û Pêvajoya Aştiyê jî di encama wan serdanan de destpê kiribû. Fîdan jî roleke çalak di wê pêvajoyê de gerandibû.

Lê Fîdan bi xwe jî, piştî şikestina pêvajoya aşitiyê di operasyonên taybet ên li dijî berpirsên PKKê û YPGyê de rola şer gerandibû û di serdema seroktiya wî de MÎTê zêdetir 100 operasyonên taybet kirin.

Li ser danûstandinên Fîdan ligel PKKê, lixwemikûrhatinek jî ji hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş hatibû. Demîrtaş di Doza Kobaniyê de eşkere kiribû, Fîdan di dema Pêvajoya Aştiyê de pêşniyar li wî kir ku  cihê Ocalan bigire, lê wî ev pêşniyar red kir.

Ji van hemû lixwemikûrhatin û pêvajoyan eşkere dibe ku pêwendiyeke nêzik a Hakan Fîdan bi pirsa Kurdî û PKKê re heye. Lê niha ne zelal e ku ev pêwendî di serdema wezîrtiya wî de, dê çawa be.