Li Diyarbekirê Roja Jîngehê û Roja Duçerxeyê bi hev re hatin pêşwazîkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Roja Duçerxeyê û Roja Hawirê bi hevre hatin pêşwazîkirin. Siwarên duçerxeyê li Qada Şêx Seîd civiyan û heta Pira Deh Derî duçerxe ajotin û li Pira Deh Derî jî çalakiya paqijkirina Çemê Dîcle hat lidarxistin.

Çalakiya 3ê Hezîranê Roja Duçerxeyê û 5ê Hezîranê Roja Jîngehê li Diyarbekirê di heman rojê de hat li darxistin. Çalakî ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekir, Gerînendehiya Hawir û Bajarvaniyê û Gerînendehiya Werzîşê ve bi beşdariya komeleyên duçerxeyê hat li darxistin. Çalakî li Qada Şêx Seîd bi civîna duçerxesiwaran dest pê kir. Duçerxesiwaran bal kêşandin ku bikaranîna duçerxeyê dê jiyana nav bajaran hêsantir û aramtir bike ku ev yek bo paqijiya jîngehê jî girîng e.

Serokê Komeleya Duçerxesiwaran a Tîgrîsê Alî Alîoglû ji K24ê re got: “Em çalakiyek hevpar lidar dixin. Em banga xwedîlêderketina jîngehê dikin. Em banga belavkirina çanda bikaranîna duçerxeyê dikin. Bikaranîna duçerxeyê jîngehê paqij dike û barê bajêr sivik dike”

Çalakiya li Qada Şêx Seîd dest pê kirî li Pira Deh Derî berdewam kir û Parêzgarê Diyarbekir Alî Îhsan Sû li vê derê bo giyanê qurbaniyên erdhejê tacegul berda Çemê Dîcleyê û paşê jî bang xwedîlêderketina jîngehê kir. Di çalakiyê de ji bo balkêşana paqijiya Çemê Dîcleyê qirş û kalen nav avê de jî hatin derxistin.

Noqav Umît Dîrekçî: “Em tîma Cizîra Botanê ne û hatine Çemê Dîcleyê Paqij bikin.”

Noqav Beytullah Ferfoglu: “Çemê Dîcleyê ji bo me her tişt e, wateya wê mezin e.”

Noqav Seyîthan Işikçi: “Divê em Çemê Dîcleyê her dem paqij bihêlin û wek ava mala xwe xwedî lê derbikevin.”

Çemê Dîcle yek ji sembolên geştiyariya Diyarbekir e ku dema çem paqij be, dîmenê bajêr jî bedew dibe ku xwebexş hem çem paqij dikin û hem jî banga xwedîlêderketinê dikin.