Wezareta Şarevaniyê: Cadeyeke 30 metrî li Silêmaniyê tê dirustkirin

Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi qasî 452 milyon dînar ji bo dirustkirina cadeya 30 metrî li Silêmaniyê dê were xerckirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi qasî 452 milyon dînar ji bo dirustkirina cadeya 30 metrî li Silêmaniyê dê were xerckirin.

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê rizamendî nîşan daye li ser xerckirina zêdetirî 452 milyon dînar ji bo Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê bi mebesta cîbicîkirina çend projeyên xizmetguzariyê li bajarê Silêmaniyê.

Hat diyarkirin, ev budce li ser rêjeya %15ê dahata Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê li ser plana sala 2023an, bi mebesta projeya dirustkirina beşeke cadeya 30 metrî ya navbera taxên cudakirî yên 119 û 124 e û çêkirina avrêjên ava baranê û betonkirina cadeyan li sînorê Şaredariya Silêmaniyê were xerckirin.