Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Japon kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeke welatê Japonyayê li ser derfetên pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê civiyan.

Hewlêr (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeke welatê Japonyayê li ser derfetên pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê civiyan.

Îro Sêşemê 6ê Hezîranê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Japonyayê kir, ku ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Japonyayê û Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Efrîqayê û Balyozê Japonya yê li Iraqê û nûnerên hejmarek kompaniyên Japonî pêk hatibû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi serdana şanda Japonî bo Herêma Kurdistanê nîşan daye û amaje bi wê yekê kiriye ku ezmûna nuwaze ya Japonyayê, hêjayî sûdjêwergirtinê ye, bi taybetî di warê veberhênana samanên mirovî û gihandina nifşê nû de li ser dahênan û afirandinê, ku di vê mijarê de ezmûna Japonyayê cihê pêzanîn û matmayînê ye û dibe ku gelek sûdê bide.

Şanda Japonyayê tekezî li wê yekê kir ku derfeteke gelek mezin heye ji bo geşepêdana veberhênana Japonyayê li Herêma Kurdistanê ku di dema çend salên borî de, ji aliyê bînasazî û avakirinê ve gelek pêş ketiye.

Di civînê de li ser derfetên pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê di warên veguhestin û gihandin û xwendin û pîşesaziyê de danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

1
2
5
76