Kemal Kerkûkî: Vegera Erebên hawirde bo Kerkûkê erebkirina wan navçeyan e

Kêşeya cotkarên Kurd ên li sînorên Kerkûkê û Madeya 140 a Destûrê didome, hewldanên Herêma Kurdistanê ji bo berevanîkirina mafên Kurdên li wê parêzgehê berdewam in.
Berpirsê Rêxistina Kerkûk-Germiyanê yê PDKê Kemal Kerkûkî
Berpirsê Rêxistina Kerkûk-Germiyanê yê PDKê Kemal Kerkûkî

Hewlêr (K24) – Kêşeya cotkarên Kurd ên li sînorên Kerkûkê û Madeya 140 a Destûrê didome, hewldanên Herêma Kurdistanê ji bo berevanîkirina mafên Kurdên li wê parêzgehê berdewam in, Kemal Kerkûkî jî dibêje, vegera Erebên hawirde bo ser zevî û malên cotkarên Kurd ên Kerkûkê, şaşiyeke eşkere ye û bi temamî berevajî destûrê ye.

Berpirsê Rêxistina Kerkûk-Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ji Kurdistan24ê re ragihand, vegera Erebên hawirde bo ser zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê, dubarebûna proseya erebkirina wan deveran e, ku beriya niha di serdema rejîma Be'sê de, Kurd û Tirkmenên wan navçeyan hatibûn derkirin û Erebên başûrê Iraqê tê de niştecî kiribûb û zeviyên wan dagir kiribûn.

Kemal Kerkûkî bal kişand ser wê yekê ku niha jî careke din bi nav û hincetên cuda, Ereb hawirdeyî Kerkûk û navçeyên din ên derdora wê têne kirin, ku hinek bi navê çandiniyê, hinek bi navê serbazî, hinekên din bi nav û hincetên Heşda Şeibî û dadgehê, dixwazin bi ser zeviyên cotkarên Kurd de bigrin.

Kerkûkî diyar kir ku Erebên hawirde piştî rûxana rejîma Be'sê û piştî pesendkirina destûra nû ya Iraqê û li gor Madeya 140, bi zevî û pere hatine qerebûkirin û vegeriyane wan cihên ku jê hatibûn. Herwiha eşkere kir ku Erebên hawirde di dema qerebûkirina wan de ji aliyê maddî ve gelek sûdmend bûn û bi zêdeyî hatin qerebûkirin.

Berpirsê Liqê Sê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal ji K24ê re ragihand, Serok Barzanî daxwaza rawestandina destêwerdana leşkerî li ser zeviyên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî kiriye.

Mihemed Kemal da zanîn, berpirsên Bexdayê soz dane Serok Barzanî ku dest ji tedbîrên leşkerî berdin û neçin gundên Topzawa û Tirkelan.

Herwiha soza wê yekê ji Serok Barzanî re hatiye dayîn ku biryara avakirina komelgeheke niştecihbûnê li gundê Tirkelan ji bo efserên artêşa Iraqê were rawestandin.