Teqîna Bendava Nova Kakhovka dibe sedem ku bi hezaran xelk ji herêmê birevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Bendava Nova Kakhovka hat teqandin û bû sedema lehiyeke mezin û felaketeke mirovî, bi hezaran kes ji deverên başûrê Ukraynayê direvin.

Herikîna ava çemê Dnipro yê ku navçeyên ku di bin kontrola hêzên Rûsî û navçeyên di bin kontrola Ukraynayê de ji hev vediqetîne, ji pêr ve berdewam e.

Berpirsên Ukraynî dibêjin, lehî gihîştiye 29 bajarok û gundên li ber çem û nêzîkî 2 hezar xanî li bajarê Khirsonê di bin avê de mane.

Ev yek piştî wê tê, bendava Nova Kaxovka ya li herêma Khirsonê ya di bin kontrola Rûsyayê de ye, pêr 6ê Gulanê hat teqandin. Ukrayna û Rûsyayê jî hevdu bi teqandina bendavê tomatbar dikin.

Ziyana ku gihîştiye bendava li Nova Kakhovka, hîşt ku asta avê bi lez bilind bibe û lehî rabe û bû sedema derxistina bi hezara malbatan.

Berpirs dibêjin, pêwîstiya zêdetir ji 40 hezar kesî bi derketina ji wê herêmê heye, 17 hezar kes ji herêmên di bin destê Ukraynayê de li rojavayê Dnipro û 25 hezar kes jî li rojhilatê çem ku di bin dagirkeriya Rûsyayê de ye.

Her du alî jî aliyê din bi teqandina bendavê tometbar dikin. Ukrayna dibêje ku hêzên Rûsî bendav mayin kirine. Her wiha Rûsyayê bi wê yekê jî tomar dike ku alîkariyên pêwîst ji xelkê re pêşkêş nekirine.

Rûsya jî dibêje, ziyan ji ber bombebarana Ukraynayê çêbûye û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ev yek weke “kiryareke hovane” bi nav kir.