Li Tirkiyê bi bilindbûna bihayê Dolar hêza kirîna welatiyan dadikeve

Li gor pêşbiniya şarezayan ji ber bandora polîtîkayên xelet ên li ser aborî berzbûna dolar heta demeke jî dê berdewam bike, di encama vê de bihayê ji xwarinan bigirin heta berhemên teknolojik her tişt girantir dibe û ev jî tesîreke xerab li ser jiyana xelkê vî welatî dike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê nirxê lîreyê Tirkiyê her diçe dadikeve beramberî vê bihayê dolar jî zêdetir dibe û dolarek ji 23 lîreyê Tirkiyê derbas kir ku ev asta herî bilind a dîrokî ya vî welatî ye. Li gor pêşbiniya şarezayan ji ber bandora polîtîkayên xelet ên li ser aborî berzbûna dolar heta demeke jî dê berdewam bike, di encama vê de bihayê ji xwarinan bigirin heta berhemên teknolojik her tişt girantir dibe û ev jî tesîreke xerab li ser jiyana xelkê vî welatî dike.

Bihayê dolar roj bi roj beramberî lîreyê Tirkiyê zêdetir dibe. Nirxê dolar ji 23 lîre derbas kir wate ev asta herî bilind a dîroka komara Tirkiyeyê. Di rojekê de bihayê dolar ji%8 zêdetir bû.

Bi nêrîna pisporên aborî, polîtîkayên xelet û fişara aliyên siyasî bû sedema daketina nirxê lîreyê Tirkiyê û piştî hilbijartinê di 10 rojên dawîn de bihayê dolar ji zêdeyî ji%20 zêdetir bû. 

Pisporê Aboriyê Hayrî Kozanoglu ji K24ê re diyar kir: “Dahatên dolar ên Tirkiyeyê ji lêçûnên wê kêmtir in û ev jî dibe sedema kêmderketina budceya vî welatî ku ev jî heta 50 milyar dolar daketiye. Ji bo pêşîgirtina vê pêwîstî bi veberhênanên biyanî hebû lê ev jî pêk nehat. Bi berzbûna dolar bac û bihayên berheman bêguman zêdetir bibe wate dahatûyeke baş bo welatiyan nîne.”

Beriya hilbijartinê di meha Gulanê de ji hêla şarezayan ve tê amajekirin 20 milyar dolar bi destê bankaya Navendî ve hatin firotin da ku pêşî li berzbûna dolar were girtin lê ev jî çare nekir û niha rezervên bankayê di bin sifirê de 5,7 milyar dolar e ku ev kêmtirîn asta heta niha ye.

Pêşbiniya şareza û saziyên pêwendîdar ew e ku berzbûna dolar rojên bê dê rekorên nû li xwe tomar bike.

Aborînas Reşat Yilmaz ji K24ê re diyar kir: “Li ser bihayên dolar liv û tevgerên mezin heye ku her diçe berztir dibe. Bo demeke kurt dibe ku sabît be yan dakeve lê piştî demeke din yanê vê havînê dolarek dê ji 25 lîreyê jî derbas bibe. Di dawiya vê mehê de rêjeya faîzê dê bê eşkerekirin, pêşbinî ew e ku faîz were zêdekirin da ku berzbûna dolar were astengkirin lê ev çareyek mayînde nîne.”

Bi zêdebûna bihayê dolar li Tirkiyeyê helawisan jî zêdetir dibe û ji xwarin, vexwarinê heta berhemên teknolojîk bihayên her tiştî jî zêdetir dibe.